Li Qamişlo, di hola mîr Celadet Bedirxan de deriyê şûn û sersaxiya malbata Arjen Arî hat vekirin

   Di roja 30.10.2012 an de, li Amedê, paytexta Kurdistana bakur, helbestvan û nivîskarê kurd Arjen Arî, ji ber nexwşiya penceşêrê koça dawî kir. Û di roja (31.10.2012) de, ew li Amedê hatiye veşartin.
   Erê, ew stûnek bû ji stûnên parastina peyva Kurdî a resen, di bakurî Kurdisanê de.. Bê guman koçkirina wî a wiha bilez ziyanek mezine ji kultur û ferhenga Kurdî re.. Hêj ciwan bû, nû me dest bi xwarina tiriyê wî yê mezrone dikir..!
Sed mixabin ku qeder jî, hezar û yek rêkên wê hene, mirov nizane wê di kîjan rêkê re derbas bibe..

Di roja pêncşemê de (01.11.2012), em dostên wî, ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd li Rojava, bajarê Qamişlo, wek wefadarî ji giyanê wî re, me deriyê şûna koçkirina wî û sersaxiya malbata wî û gelê kurd li bajarê Qamişlo, taxa xerbî, di hola mîr Celadet Bedirxan de vekir û pêşwaziya serdançiyan kir… Di gel ku me wêneyê wî, bi dîwarên holê ve daliqandin..

   Hêjaye gotinê ku nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1956 an de li herêma Omeriyan, gundê Çalê çêbûye, xwendina xwe a pêşîn li gundê Çalê û Nisêbînê bi dawî aniye. Paşê di enstîtuya zimanê tirkî de li Amedê (Diyarbekirê), xwendina xwe qedandiye û bûye mamosteyê zimanê tirkî.. Ji biçûkanî ve mêla wî bi ser zimanê kurdî ve bû. Ji sala 1979 an ve, bi zimanê kurdî nivîsandiye û bi israr bû ku tev nivîsên wî bi zimanê kurdî bin. Û wiha di pirraniya kovar û rojnameyên Kurdistanî de berhemên wî hatine belav kirin.

   Erê, tevî ku mamosteyê zimanê tirkî bû, wî tev berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.. Nivîskar û helbestvan Arjen Arî yek bû ji wan nivîskarên Kurdistana bakur yên ku razî nedibûn bi zimanê tirkî binivîsîne, tev nivîsên wî bi zimanê Kurdî bûn û bi israr bû ku bi zimanê Kurdî bin..

   Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşebîriya Kurdî sax be.

Ji pirtûkên wî yên ku hatine çap kirin:

1-   Ev Çiya Rû Spî Ne

2-   Ramûsana Min Veşartin li Geliyekî

3-   Destana Kawa

4-   Şêrgele

5-   Çil Çarîn

6-   Gorî û Bindest

7-   Kukîlkên Bihîva

8-   Orotîka

9-   Bîhoka li Pişt Sînor

10 – Bakurî Helbestê

Konê Reş, Qamişlo, 02.11.2012

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...