BEHÎNAME

Behîname ji bo Malbata Hlebestvan Arjenê Arî

Rêzdaran Malbata Hlebestvanê mezin Arjenê Arî
Helbestvanên kurd li Amedê
Miletê me li kurdistsna bakur
 Silav û Rêz

 Bi dilekî kul û xem me nûçe ya koçkirina dawî ya helbestvanê gewre Arjenê Arî  bihîst.
Hêjayan: bê gûman evê boneyê bandoreke mezin li wêje ya kurdî kir , bi taybetî  li helbesta kurdî ji ber ku mihre roleke çak di pêşxitina helbesta kurdî de di lîst ,koçkirina wî wisa zû ziyan û xisarete mezine ji tore ya kurdî re  bi giştî.
Birayên bi rûmet:  hêjaye ko em bînin ziman di vê helkeftina reş de ko mehrecana helbesta kurdî li sûryê ji sala 1995 an ve hatiye damezirandin ji hêla çnd helbestvan û  Rewşenbîrê kurd, ko ew bi xwe biranîna salvegera koçkirina seydayê helbesta kurdî ye di ser dema nû de seydayê  Cigerxîn e. Hê ew berdewame û em wê dişopînin , ku her sal helbestvanên me evîna pênûsa xwe têde dirjînin, xelateke şanaziyê dide kestiyeke ku xizmetkar  û cefakêşe ji bo ziman û helbesta kurdî.mihrecana vê salê sibe 02/11/2012 an li bajarê dêrka hemko tête li darxistin.
Binavê  komîta amedekar a miherecana helbesta kurî li sûrî û helbestvanên mihrecanê em ser ser saxiya malbata helbestvanê xwe dikin û tevaya miletê xwe û bejna xwe li ber ked û wêje ya arjen ditwînin
Sed silav û rêz û hirmet  bo giyanê helbestvanê me yê koçkirî
Bila serê malbata wî sax be
Serê mletê me sax be
 Bila helbesta kurdî sax be
Ebdussemed mehmûd
Bi navê
Komîta amedekar a mihrecana helbesta kurdî li sûryê
Qamişlo  01/11/2012

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…