Vejiyandina Bîranîna 28 Saliya Koçbûna Seydayê Cegerxwîn li Bajarê Hesekê

Bi boneya 28 salî ya koçbûna seydayê mezin Cegerxwîn
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê,û di bin serperiştiya Desteya Bilind a Kurd de, bîranîna 28 salî ya koçbûna seydayê nemir Cegerxwîn lidarxist.
– Destpêkê beşdarên bîranînê kêlîkek bêdeng li ser giyanê seydayê Cegerxwîn û pakrewanên miletê kurd û ên şoreşa Sûriyê rawestiyan, bi sirûda netewî a kurdî (Ey Reqîb) re.
Wecîha Ebdulrehman û Salar Elo dest bi pêşkêşiya bernameyê kirin.
Bernameya boneyê:
 • Gotina Desteya Kurd a Bilind: M . Ebdilselam Ehmed.
• Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê:
M. Mehmûd ê Sebrî (Evîndarê Xemgîn)
• Kurtejiyana seydayê Cegerxwîn: M. Miş`el Osman).
• Xwendinek li naveroka helbestên S. Cegerxwîn :
– M. Mehmûd Badilî  – M. Ibrahîm Ebdî 
• Gotinek bi navê Biratiya Gelan li ser Seydayê Cegerxwîn:
Dr. Husên Elehmed 

• Xwendina hin helbestên S.Cegerxwîn:
– Bavê Hewas
 – M.Arşek Baravî.
-H. Fethulla ê Hilêlî 
– H. Wecîha Ebdilrehman
– H. Xalid Omer
– Mendalek: Raperîn Ebdî
– M. Imran Yûsiv
– H. Hisên Me””””mê.
– H. Ibrahîm Reşo.

• Filmekî belgeyî li ser S.Cegerxwîn, ji berhemên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê. 
– Amadekirin û derhunerî:
– H. Zana Sefqan
– H. Xalid Omer

Di dawiyê de Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê bawernameyên rêzgirtinê li ser hin helbestvan û nivîkar û kesayetî û navendên ku xizmet û kar û xebat bo wêjeya kurdî û zimanê kurdî re kirine:
1- Salih Silo (kesayetiyekî nêzîkî Seydayê Cegerxwîn e)
2- Rehmetiyê Rizo Osê (Nivîskar)
3- Xalid Cemîl Mihemed (Nivîskar)
4- Arşevê Oskan (Helbestvan)
5- Şahînê Bekirê Soreklî (Nivîskar)
6- Ehmedê Ereb (Şanoger)
7- Navenda P.D.P.K.S (Hola Cegerxwîn li Hesekê)
8- Koçka Cegerxwîn li Tirebesipiyê
9- Navenda Cegerxwîn ya çanda kurdî li Zorava (Şamê)
10- Saziya Zimanê Kurdî 
11- Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê
12- Komîta Zimanê Kurdî

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê zor sipasîya beşdarî û amadebûna hemû rêxistinên siyasî û yên rewşenbîrî û yên civakî û yên gêncan dike, û hemû malperên kurdî û kesayetiyên ku beşdarbûn, û spasiyeke taybet bo Desteya Bilind a Kurd û Mala Gel bo alîkariya ku kirin derbarê vê boneyê, û sipasî bo hemî birûskên ku ji me re digel vê boneyê hatin.
Sipasîyek taybet bo:Hola Reşo – hûnermend Ehmed Osê – wênekêş Ela` Eyo – Ronahî TV – Kurdistan TV .

Hesekê- roja Înê 19/10/2012
           
            Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…