Vexwendin Dusaliya koçbarkirina xebatkarê nemir Îsmayîl Omer

  Rêxistina Ewropa ya Partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, weke dilsozî û sozdarbûna bi bîranîn û ramanên serokê partiya me re, nemir Îsmayîl Omer, panêlekê bi boneya dusaliya koçbarkirina wî li zanîngeha Bonn-ê li dar dixe.
Di panêlê de du wane li ser bîr û ramanên nemir sebaretî girîngiya yekîtiya tevgera kurd û dûzana di navbera xebata netewî û ya niştîmanî de dê bên pêşkêşkirin.

Nivîskar û rexnevan Heyder Omer dê li ser girîngiya yekîtiya tevgera kurd di ramana nemir de baxive. Dr. Azad Elî jî dê dûzan û hemahengiya di navbera xebata netewî û ya niştîmanî de di ramana nemir de şirove bike. Piştî waneyan jî dê rê ji gufûgoyan re vekirî be.
Panêl roja Yekşemê, 21.10.2012, li katjimêr 14:00, li zanîngeha Bonn-ê li dar dikeve.

Em hêvîdar in ku hûn bi beşdariya xwe panêlê dewlementir bikin.

Navnîşan:
Universität Bonn
Hauptgebäude, Hörsaal 1
Am Hof 1
53113 Bonn

Bo têkilî û agahiyan:
01704084136
017634137254
01736718833

Komîteya Serkirdayetiya rêxistina Ewropa ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…