Zarokan nekujin !

Mehmûd Badilî

Zarok xunçeyên jiyanêne, gernijîn û giriyê wan tiştekî xwedayî ye, kişwer û cîhana wan cuda û têvile ji ya hemî bûnewerên jiyanê.

   Zarok wek hemî bûneweran ew jî dimirin, ew mirina narvînî ya ku mirov tucarî nikare wê rawestîne, yan wê ji jiyanê veqetîne, ji xwe weku jiyan heqe, wisa mirin jî heqe, em neçarin ku mirinê bi pejirînin, lê mirin tale, mirin her tiştê mirov bi xwe re dibe, tenê bîranînan dihêle.
   Em di henteşa koçberiya mirovê xwe de çi mezin çi biçûk, hêsiran dibarînin, û xemgîniyê dirêsin, û yên bêhtir diêşin dayik û bavên ku jiyana zarokekî xwe wenda dikin, û baş têdigihêjin ku dema mirin jiyana zaroka wan direvîne, qet nema li wan vedigere, nema ne bi girî û ne bi gernijandina wî/wê şa dibe, wisa ta çend heftî û meh û sal di ser re derbas dibin tenê wêne û bîranîn dimînin.
   Lê mirin ya ku ne hiş, û ne pertûkên asîmanî, û ne mirovatî, û ne destûr û yasayên cîhanê bi tevayî wê dipejirînin, ew mirina ku bi destê mirovan bi xwe dibe.
Nuha ez van çend gotinan dinivîsim, li ber çavê xwedê û mirovantiyê datînim, ku di hente‏‏‏şa şoreşa Sûrî de ya ku ji bêhtirî salekê ve lidare, bi sedan zarok hatine kuştin, û kuştina mirovan bûye wek her tiştekî arzan û bêkêr.
   Di felsefeya zanîn û perwerdeya rêjîma Sûrî de, zarok û ciwan û mirov bi tevayî sitûna paşeroja welêt bûn, ev çi derewek mezin bû! çi xapandineke bê çêj û tam bû! nuha her tişt xuyabû, gulên rêjîmê bûne gulle, destê wê kêr û mertalin, himêza wê zevîyên bombeya ye, çavên wê kaniyên şerin, dilê wê kevir û late, giyanê wê pûçe, giyanê keftar û hova ye, ma kî miletê xwe dikuje?! ma kî zarokên xwe serjêdike?! ma kî zengiloka ciwanên xwe ji kokê ve radike..!?.
   kuştina zarokan derdekî dine, êş û şewateke dine, birîneke bi kule di kezeba jiyanê de, dê ev birîn û şewat li ser eniya mirovatiyê, û li ser eniya dîroka Sûrî  wek muhra dojehê herdem xwîn biçirise. Çav û dil sar û matmayî dimînin derbarî vê kuştina rojane, çav kaniyên hêsira ne, û dil kaniyên sozî yê ne, mane derçûna sozî yê yeke, ji xwe tenikbûna hestê mirov tiştekî xwezayî ye, lê ew çi heste yê ku dikare xwe li ber kuştina zarokan ragire, ew çi hişin yên ku fermana kuştinê didin, ew çi destin yên ku kêrê datînin ser qirika zarokan, ew çi çavin yên ku tifingê li sîngên tazî nîşan dikin..?
   Xemgîniya min girane, wisa xemgîniya dayik û bavên ku zarokên wan têne kuştin, de bila hêsiran bibarînin, û li meydanan biqêrin, tucarî ji wan re nebêjin negirîn, çiku girî bi xwe dermane, nemaze dema ku ji bo kesên mirov wan wenda dike, girî êş û derdê hundirê mirov dişo, girî hêz û aramiyê dide mirov ku dîsa jiyana xwe berdewam bike, û jiyaneke nû destpêbike.
   Bêguman kuştina zarokan gunehkariyeke pirr mezine, çiku zarok bi xwe buhiştin li ser rûkê zemînê, zarok roniya paşerojêne, zarok şemalin li gêdûkên tariyê.

  Dibêjin şoreş serê zarokên xwe dixwe, lê zarokên şehîd tucarî namirin, bêhna pakrewaniya wan disûrike giyanê ax û av û agir, û bayê welêt, disûrike giyanê dara azadiyê, ev dara ku bi kuştin û xwîn û hêsiran tê avdan, ev dar mîna gernijîna zarokan dê herdem ji azadiyê re ber bide û bistirê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…