Pêşeka mijarê (2)

Mihemedê Seyid Husên

    Herwiha ezê çend dîmenên hestiyar ji kevçika dilê evîndar, raguhêzim ber destê lawên tuxmê xwe xwendevanê xoşewîst, û ji xaweriya pêştîpên navê welat (Kurdistan) helbesta xwe ji dezî û avdeyên nexşeya xoşewîst cîgehê zayîna xwe bihûnim.
    Xweş bawerim ku mirov bi evînê re dikare sînga xwe bide kelemên asê, ba û bahozên xurt, pêlên derya hêç, gerdûnê bi giştî geşbîntir wergerîne, behremendiya jiyanê bike buhareke rengîn, mehederî û mehrîvaniya mirovaniyê bike lêborana xweşbextiyê,
çend xulekên evînê sezane ku mirov jiyanê buhatir binirxînî, dibe ku derya û gever bê binî bin, lê qet çênabe ku mirov bê armanc, arezû û evîn bin, tanî bi canewir, tarawgehên berfireh û asoyên vala bi heyv û stêrkan re evînê dikin, îcarê jiyana ku mirov bo gireft û kêşe, bo diva û hemî hûrpîşên pirojeyên evînê neazire, reha nehêjaye ku mirov lê bimînî mêvan, çêbûye ku carekê yekî serê xwe ji bo hêzdariya mal xûzkiriye, lê qet çênebûye ku bîrdozên evînê serê xwe ji kesî re biçimînin, ku ne bi akama evînê bana, çûk li ber tavsorka rojava venedigeriyane lûsên xwe, zaroka bişîr li sîng û berê diya xwe pelendar nedibû, yasemînê bi xunavê re ahenga kenyanê li dar nedixist, ji yadîgarên dîrokê evsane çênedibûn û jîndarî nedigiha giyanê pêşbîniyan, me jî destaneya Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê sedbare nedixwend, mirin û jiyanê hevdû gerden nedikirin, çendên caran û salan em li ser bêganeya zarokên xwe, di sirgûn, mişextî û penaberiyê de giriyane, berxika eware ji keriyê pez tenha tîna maka xwe nasdikî, çima Xwedê nenasên ku em Kurd ji evînê kêmpare kirine, akincîyên welêt hogirî himêza evînê nebûne, loma ji nûve pûçpelên salên payîza temen rewa dibin, mîna êşnasekî dilsoz hemî kul û derdên bê çare ji ezmûneya dîroka dirêj derman dikî.
    Evîn di bîr û baweriyên min de jiyan bi serê xwe ye, ango rêbiwarî jiyanê herwe geşedariyê diweşîne, şêye ku rewan di kevir de bilivîne, ku ne bi saya evînê be mirov nikare pêşbîniyên mandê ciwantir raçavî cîhaniyan bikî, ku nivîser ji dil û can hez nekî, tucar behremendiya afirandinê lê nabanî, pênûsa wî nikare rûpelê sipî ramûsî, nikare wateya peyvê çaksaztir biderbirînî, eger ku seqayên qad û asîmanan bi kîmawiya kînê lewitî bin, tucar teyrê baz nikare li asoyên berfireh teqla fira xwe sînor bikî, nahêlin tekoşer ji lehenda şêran tîrdûmana çirayê bi birûskên çiraxan biguherin, xwe aram raspêrin tenahiya çiyarêzan, ku em nehêlin zimanê rewanbêje rola evindarê dilsoz, bo yekgirtina rewşenbîr û siyasî rêwefermî bileyize, bi rêkupêk zîvarên perçebûnê pîne li dûv pîne li ser binaxa evînî bidirû û gêçirme bikî, zexeliya biyanî ji zeviyên dijheviya navxweyî yên kaleşûv paşax bikî, ziyanok û zêdekarên mîna Beko Ewanan, nehedana keysebaz û xwe-eranfiroşên derûnlawaz û kurtêlxuran ji hêmanên wan ve rêşbikin, tovê rêleç, çewtebîr û lewçeyan, devlok û dexsokên noker, gelac û tewşedînan biqelînin, ku mirov rê nede xameyar, wêjedost û ronakbîr, ku hemî kêşegirên namedar çekdariya pênûsê nekin, ku bo rêkeftin-nameyekê hevbendî û peymanan girênedin, ku herdû hêzên pêşewa li gel nifşên nûhatî rêveberiya giştî rêbaz nekin, êdî binemayên bîrlêkirina xweşxaneyan, ku li ser lengerên evînê ava nebin, wê çawa pêşinyara nûguherînên qûnaxê bidest ve bînin, pêk ve jî dê çawa destegavên pêşeng bo yekgirtinê biçesipînin….zorsipas.


Qamişlo zivistana 2010 an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...