Yek Dezgeh Bo Fêrkirina Ziman Gerek e

Salar Elo

Zimanê kurdî zimanê gelê kurd bi tevayî ye, ne zimanê partiyekê ye yan zimanê rewşenbîrekî ye, fêrkirina zimanê kurdî erkekî welatparêzî mezin e, pêwîste ku hemû deste û partî û sazî û rewşenbîr bi hevre bikin, dengê xwe bikin yek û bang li miletê xwe bikin, ta ku baweriya milet bê, ku zimanê dayikê ne girêdayî ye bi berjewendiyên partîtî yan ên kesayetî, û pêwîste xwe fêrî zimanê dayikê bike wek hemû miletên cîhanê.
Gelî rêxistin, sazî û rewşenbîrên kurd, eger em bixwazin nexwendewariya zimanê kurdî di demek kin de rakin, pêwîstiya me bi dezgehek tenê,yekbûyî heye, taybet bo fêrkirina zimanê dayikê, şaxên xwe li hemû bajar û deverên welêt sazbike,  dezgehek ku hemû rêxistin û komît û rewşenbîr û zimanzan têde cih bigrin, û banga xwe bikin yek, ji gelê xwere bişînin bo fêrbûna zimanê dayikê, yê nasnameya gel diyar dikê û diparêzê ji windabûnê, wê çiqasî ew deng xwedî bandorek mezin be û wê çiqasî hejmara yên ku xwe fêrbikin bêtir be, ji gava ku deh deng bin û girêdayî bin bi nerînin cuda, wê dilê piraniya milet ji zimanê wî sar bibe.
Digel ku ev dezgeh,gerek e li ser bingehin nûjen ava bibe, yek jê divê bi şêweyekî dîmoqrasî desteyên xwe bizelalî hilbijêre, ya din divê fêrnameya zanistî bi çav bê standin, nemaze derçûyên kolîca wêjeyî beşê zimanan, digel sûdgirtinê ji hemû mamosteyên çalak di biwara fêrkirina zimanê kurdî de, û danîna pilanan da ku ev dezgeh bibe dezgeha fermî ya fêrkirina zimanê kurdî di paşerojê de.
Li dûmahîkê ez xebata hemû rêxistin û mamosteyan di biwara fêrkirina zimanê kurdî de bilind dinirxînim, û hêvîdarim ji wan ku ji projeyekî wisa re kar bikin, yek dezgeh bo fêrkirina zimanê kurdî li sûrya, û navekî bigiştî jê re hilbijêrin bi mebesta ku bibe dezgehek fermî di paşerojê de, û venasînê ji rex dewleta sûrya bistîne, dewleta paşerojê, ya ku dê bi encama şoreşa sûrî ya pîroz avabibe. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…