Miradê Sêvê 1922-1976 Endezyar û Pisporêhilkirina maîn û Bimbê Sînoran [Ji çîrokên sînor -1]

Lewend Dalînî

Miradê Sêvê 1922-1976
Piştî Peymana Saîks-Pîko, û perçebûnaKurdistan, û xetkirina sînorê serxet û binxetê, ku hate naskirin bi navê xeta Ferensawî, di navbera Sûrî û Tirkî de!? Gel ê Kurd, ji hev hate cudakirin, bira ma li serxetê, xuşk ma li binya xetê.

Am û brazî, bira û bira, pismam û dotmam mane bi hisreta dîtina hev? û rûniştina di gel hev?. Vê yekê tîna dilê dijmin hînik ne dikir, lê gelekî bi wêdetir, kûrtir û dûrtir çû!?.
Ev pîlana kû bi destê Ingilîz û Ferensawî ya hatibû sazkirin û li ser xaka her çar parçê Kurdistan ê hate bi kar anîn; tanî roja iro jî gelê Kurd mafê wê bi xwînê didê û di astengîyên saîkologî de dijê!? Û eşkenceyên wê di kûraya dilan de didomînê.
Biryarek pir giran û dijwar hate dan! Piryara çandina bimban, li ser ҫar rêzan û ji du beşan; misînkî û beroşkî, li seranserê sînorê nabeyna serxet û binxetê de, hate dan û di salên pêncîyî de û ji alî yê rejîma Tirka ve hate dest pêkirin. Endezyarên wê rêjîmê û bi alîkarîya hêzên biyanî sînor bi temamî dane çandin; ne bi genim û ceh? Ne bi gul û beybûnan; lê mixabin bi bimbe û maînan!?.
Her bimbeyekê di pêşerojê de, wê bibê qesasê serê kurdekî; mafê her yekê jiyana mirovekî ye? Û eger bi arzanî herê; wê lingekî an jî wê destekî bi teqîna xwere bifirînê!!??.dest, ling, ê jinekê, mêrekî, zarokekî, xortekî yan jî keçeke ku di şeva dawet û guhestina xwe de, û di dema derbaskirina sînor bi bûkanî ya xwe de, û bi teqîna maînê re, wê bibê dîyarîyek ji dijmin re.
Her dijminek ji dijminê vî gelê belengaz, bi awayekî wî didê kuştin û talankirin; li perçakî bi sêpiyan wî bi darvedikê, li paçê din bi Napal û Xerdelê wîna wêran dikê, û di navbera herdû perçeyên din de jî, bimbê sînoran laşê wî perçe dikê, û li ser têlên sînoran ê bi direh perçeyê laşan radixînê !? û ji teyr û tebayan re, dibine şîv û paşîv.
Di rojhilata navîn de, kû pirsa miletê kurd didane veşartin û bin axkirin, û gel roj bi roj bi destê dijmin dihate perçiqandin, û projayên windakirina nasnameya wî bi anfalkirin û rakirina wî ji xaka wî a kevnar ku bi hezarê salan li ser jiya ye; ew projeyên şofînizmî li ser dihate pêkanîn!?. Lê ew kîn bi hikmê hebûn û xebata vî gelê asteng, gelê mêrxas, canfîda û xebatkar û xwedî behwerî bi doza xwe; di bûne xewn û hin bi hin azadî û serxwebûn dibû stêrek geş û şan vedida.
Rê û deryanek di navbera gel ê herdû perçan bi bimbe, maîn, û nobetçîyan dihatin qutkirin, eger tê bi bimbeyekê neyê kuştin an brîndarkirin dema tu bixwazê sînor derbasbikê!? Bê goman gulên Gawîça nobetçîyekî yan, fîşekên,Tenzêrekê wê canê te bê gule barankirin. Û bi vî awayî bi hezaran û hezaran kesên ku hatibûn kuştin;  laşên wan bi devê wawîk û guran hatinbûn xwarin û eger destek,  yan jî lingek bihata firandin bi teqîna maînê re wê tanî dîmahîkê, jiyana xwe bi seqetî yan jî bi destekî tenê wê berdewam bikira û weke hisretekê pêre roj bi roj dijîya!!??.
Mixabin dewleteke weke Swêdê ku di warê mafê mirovan de, bi xurtî tê naskirin; not ji sedî ji maînê ku têne frotine van rêjîman;  ji çêdikira wê yê!!??.
Gelek mêrxas û rêzan bi vê yekê mijûl bûn û hêdî hêdî û bi şevê xwe berdan nav maînan; û roj bi roj hînî endezyarîya çandina wan dibûn û weke pispor hatin naskirin.
Miradê Sêvê jî, Yek ji wan kasan bû, û nav û dengê zîrektîya wî li temamê herîmê hate belavkirin… ji Dêrka Hemko Tanî bi Aûdê. Rê û şop kû bi şev û rojan, dibin tirsa şevan de ji bimban; hatin paqij kirin û bûne pirê çûn û hatinê di laşê sînorde.
Miradê Sêvê kû hatibû naskirin weke pisporekî di hilkirina maînan de, di sala 1922 an de li gundê Şaxê, ê mîr Bedirxan ji daîk bû, û ji ber ku bavê wî hîna ji zaroketîya wî de koça xwe barkir bû; bi navê diya xwe dihate paşnavkirin û naskirin. Lê koka malbata wî: (li gorî ku herdû torinên wî Sûleyman û Brahîm û Xelîlê Sasûnîjî kû hersîyan  eşkere kirin); vedigerê Saîdxan û Bedirxanîyan.
Mirad kû bi mehkûmîya kuştina çend cendirmê wê rejîmê bin xet bûbû, li gundê Xalid Gulo bi cihbû, û peyre koça xwe bire gundê Qere Hesenê, ê nêzîkî sînor û li wir jî gorbihişt bûbû.

XEBATA MIRAD A NETEWÎ
Xebateke netewî û granbûha kû di jiyana Mirad de hebû û bi sedema tirs û zordestî ya wê demê, kû mabû veşartî û peyre hate eşkerekirin ewbû ku Mirad mainên ku ji xeta sînor radikirin;  di rîya endamekî ji PDK dişandin şoreşa Berzanî yê nemir. Û bi salan û bi bê dengî Mirad xebata xwe bi vî rengî berdewam dikir û weke depoyek çek û sîlehan, şoreş zengîn dikir.

MÊRXASÎYA MIRAD
Bi teqîna maînekê re; dengvedana qêrîn û hawara daîk, jin û zarokên seranserî wî cihî, belavdibû, û gundî bi tevaya xwe ber bi sînor ve diçûn!? Nêzîkayî li têla yekemîn dikirin, û li wir dirawestîyan! Tenzêr û Cêmsan minawire li jor dikirin û nobetçiyan çavên xwe vedikirin û guhê xwe bel dikirin.
Aminîyên tifeng û Gawiçên xwe diqulibandin û carcarna cercûrek dido fîşek bi ser binxetîyan de, berdidan qena xwe dûrî sînorbikin, çimkî dayîk û xuşkan xwe bi ser sînor de pelû dikirin û dixwestin xwe bighînin laş ê kû maîn pêde hate teqandin û bi xwere bînin, lê ew yek gelekî zor bû, û tu tevdîr jêre nedidîtin û wilo diman tanî roj li wan teng dibû û bi rojava re vedigerîyan û hewar digihandin mêrê şevê, Miradê Sêvê….xwedî yê ra û tevdîrê!!??.şîn û girîyê zarok û jina, kal û pîran dilê Mirad cor bi cor di qelişînê, û hêrzên mêranîyê, muwê laşê wî dirawestandin!?. Mirad evîndarê derbasbûna nav maîna ye, lê pîlan û wext jêre divê; gereke şev baskên xwe berdê, û qar bibê! Cilê şevê li bejna xwe dikê, dûrebîna şevê, rext û fîşekan li xwe dipêçê, çend paşmêran bi xwere kar dikê, û saloxê cihê teqandina bimbê hiltînê, û li bîranînên xwe vedigerê, û belavkirina maîna û rêç û şopên wê deverê dibîra xwe de tînê;di hişê xwe de tektîkekê amade dikê, û hêdî hêdî derbasî nav maînan dibê. Paşmêran li pey xwe dihêlê, û dest bi hilkirina bimban dikê, qena bi kurtî xwe bighînê li ser laş! Lingê xwe xwas dikê, û bi bistê arame dikê, lingê xwe bi pîlan di avêjê çimkî ev dever ne cihê ku tu têde şaşîtîyekê bikê, ji ber kû te giyanê xwe di destê xwe de hilgirtî ye…Bi vê zehmet kêşî yê xwe dighînê ser çendek!?. Gelo bi ser maîneke dî de laş ketî ye an na; ji xwe dipirsê? Kontrol û arame dikê, û hêdî hêdî laş dikişîne li serşopa kû ji maînan paqij kirîye û pêhnvedanekê distînê?. Pişta xwe didê nobetçîyan û dibin çengê çakêtê xwe de,  çixarakê pêdixê, şîna xwe û kerbên dijmin di mizandina çixarê re derdixînê, û di miza sîyemîn de agirê wê dighêje lêvên wî,  û bi tilîyan agirê çixara xwe diperçiqîne!?.
Li paşmêran vedigerê û wan bi jor ve ber bi laşe dibê, nobetçî pêjnê dikê! çend fîşekan berdidê, xwe bi zikve davêjin xakê û bi zik kişênekê bi pêş ve diçin; nobetçîyê nêzîk, ewjî cercûrekî berdidê û bi dengê fîşekan re gundî  dikevin xeyala tirsê; tirsa kuştina kesekî din jî.
Hêdî hêdî Mirad bi şîretên xwe û bi alîkarîya paşmêran, laş dighînê binya xetê……Paşmêr û laş ber bi gunde ve diçin û Mirad vedigerê hilkirina maîna!?.Maînê kû pêwîste zû wa bişînê şoreşê!!!??.
Mirad bi vî awayî,  û bi hazan kes laşê wan ji nav maînan dianîn der!?.

KOÇKIRINA MIRAD
Bi roj ava re nêzîkayî li sînorê navbera Kemalî yê û gundê Cirna kirin kû diketin binya Mêrdînê, ew û kurê xwe Brahîm û bi reşê re derbasî nîvê maînan dibûn. Mirad xeta pêşî a ber bi sînor ê jorîn ve girt, û li pey maînê misînkî diçû, û Brahîm hişte di xeta xwar de berjêrî xwe. Bi bistên xwe ê li xakê didan û cihê maînan pê nasdikirin, bi hostayî hildikirin û li cihekî kom dikirin û tanî derengî şevê, herduwan komek bimbê misînkî û beroşkî dane hev, şeva kû bê wê bi çêbekê ber bi xeta rojava de bişînin.
Brahîm kû qederê 50 metrî berjêrî bavê xwe bû, weke paşmêrekî pêre kardikir, ji nişka ve dengê teqîna maînekê nêzîk kir? Di cih de şewt kete dilê wî û bi lez ber bi bavê xwe ve çû, li gihiştina wî, Mirad got: Ka avekê li sînga min bike û vî agirî sarbike!? Û di ber vexwarina çend çixara û gotina eşhedê zû vî mêrxasî giyanê xwe da.
Endezyarê ku maîn pîlankiribû û di xakê de çandibûn, di her cihekî de xefket danîbû da kû kesên weke Mirad ji rê bibin? Mirad xweş dizanîbû kû qederê 5nc mitra di nabeyna maîna misînkî û misînkî de heye û mitrek jî, ji a beroşkî dûre? Lê qet neketibû bîrawî kû endezyar dû maîna li serhev,wê ҫandibin, û têla maîna jorîn wê ji bin ve bi qepsûna xwar ve wê girêdabe!?, û dema Mirad wê qepsûna a jorîn vekê û rakê, wê ji bin ve têla maîna  binî wê bikişîne û wê a bi qesasêsere wî bê!?.
Brahîm ê ku bi tenêbûna xwe li ber laşê bavê xweê bi dar û ber rûniştî bû, hêrzên mêranî yê tênê de û dilopek hêsir ji çavên wî nedihatin xwar!? Bi çelengî û bi wê qama xwe a kin û laşê xwe ê weze, dev ji laşê bavê xwe berneda, avête ser pişta xwe û çend gava meşî, taqet nema ew danî!? Bêhnek berdida di hidigirt û dimeşî, û bi vî halê tengezarî û berî zeraqa sibê, Brahîm laşê bavê xwe bi mêranî bin xet kir.
Di wê sibehê de xwe gihande gundê Cirna û bi alîkarîya gundîyan cenaze swarkirin ûbirin ber bi gundê wî ve û ew li wir bi cihkirin.
1 ê çirya pêşî, 2012
Qamişlo – Sûrîye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…