ŞOREŞ ŞOREŞVAN JÊRE DIVIN

LAZGÎN DÊRÛNÎ

Ji dihên salave em kurdên SÛRÎ çawerwanin kû derfetek werê da em karibin têde serê xwe hildin û pirsgirêka xwe çareser bikin ji bo mafên xwey netewî bistînin da kû emjî bibin xwedî biryar û helwest di vî welatî de li gel miletê EREB û yên din
Vaye îro ev derfet hatiye weke me di xwest û bêtirjî va şoreşek li dare dijî rijîma BASÊ ya xwîn xwar divê wê rijîmê ji kokê hilînê ;şoreşvan rabûne seranserî welatê SÛRÎ bi can bi xwîn bi talan bi malwêran ,
lê tenê li nav KURDA ne şoreşe ji ber kû şoreş şoreşvan jêre divin,dilê me divê lê cegerê me nakê!!!!em wek pezê bê şivanin gel xwe bi hêviya partiya ve hiştiye lê ew ne ti şivanin bi rastî,wan rojekê şivantiya gel nekiriye û lê nebûne xwedî ,belê tenê şivantiya xwe û partiya xwe kirine ,ji vê yekê bawerî di navbera wan û gel de lawaze ,ew nikarin tevlî şoreşê bibin ji ber kû şoreşgerî di serê wan de nîne û ti kar û xebat di vî alîde ne kirine û ti armancên wan ji bo miletê KURD nînin,belê armanca wan tenê parastina kursiyê waye.
Li ser vê bingihê gelê KURD parçe parçe kirine û ji hev bela kirine,tirsa wan ji yekîtiya gele ji lewra dijî yekîtiyê ne, dijî hevgitinê ne,dijî kar û xebata ras û diristin,dijî biryar û helwestên serbixwe ne,dijî şoreşa SÛRÎ ne,hevalê rijîmê ne.
Heta em mala xwe ava û tekûz nekin ,sed derfet werê û herê ,weke kû nehatî,gazinda me pêşî ji meye û dûvre ji XELYÛN û ER ÛR û yên dine.
Gelo ev raste yan na???lê destê xwe deyne ser singa xwe û bi rastî bersiva xwe bide!!!!!
28/7/2012
  lazgin60@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...