HERÊMA XWE NE RAGIR

 
Brahîm Qasim

Piştî, êrîşên holako û cengîzxan , teter  ,mexol û teymorling .gelê vê herêmê xwe diveweşênê ji toza simên hespên leşkerên dadgeran, û serê xwe careke dî hildidê û çi binêrê, kû warên wan, avadaniya wan talan û xopan bûye, mane şikêr , gir û xirbeh ……
  Gelê kû ji war û xaka wî hatiye rakirin bi zor bi kuştin û lêdanê di bin navê dijîtiya almecûs……
Xelkên hirêma xwe ne ragirin ewin misûsanan, ew gelê kurdên yezîdîne.
  Herêma musûsanan di navbera çiyayê qereçox û çiyayê şingalê deye, wesa dihate bi nav kirin .
  Giringe em bikevin derîva hin taybet, mixabin dîroka vî warî tu lêkolîn jêre bi duristî û rastî çênebûne .
  Ev herêm gelekî zor û nexweşî bi serde hatine, ev beriya dirêj û fereh, cihê dana abûriyek mezinbû,lewra dijmin herêm dadkir dikir ,binçav dikir û êrîşên mezin di berdan ser musûsanan malên wan talan dikirin mixabin nikarîbûn xwe ragirin, bê hêz û çare diman çimkî bê asêgih û bê piştbûn, kurdên musilman pişta wan ne digirtin belê wan jî pişikdarî didan dijmin .
 Hrêm hêdî hêdî dihate vale kirin ji hêzên musûsanan , xwe dighandin çiyayê şingalê, û carna herêm ji encamên nexeşiyan di hate vale kirin, wek nexweşiya kolêra ûsorik, xurî û tahonê.
 Piştî misûsana li çiyayê şingalê hatin qefandin dawîwa wan ji layê osmaniyave, şûn û warên wan ta nuha diyarin wek bajarê kurikê rehwal, gir û xirbehên wan, mixabin çi lêkolîn nînin.
  Careke dî osmaniya êrîş berdane ser vê herêmê û Hemzebegê şikakî bê çar dimînê û derevê ber bi roj hilatve…
Piştî osmanî herêmê dadgir dikin di bin alayê Mustefa başa / paşê mîran / yê hukmê wî ji wanê ta şingalê ji dimil qapo ta nîzîkî musilê , osmaniya nexoş bi xwe hesa ku tevgerek kurd hêdî hêdî çêdibê ji paşa û mîr,şêx û melên kurdan piştî fermana ermeniyan,
Rabû alî karî da hin êlên ereban û ew anîn di vê herêmêde, da piştevaniyê bidin tirkan dijî daxwaziyên kurdan di pêşde.her wekî firinsa û engilîz jî bi erebanre bûne alîkar .
 Hukmê mustefa paşa namînê , û gelek gundê wî yên başûr jê distînin, û dikin destên erebande, wek gundê koz û girê elo,girkendal, hemo ker û gir koçer û gelek gundên dî ….
  Kurê mustefa başa NAYÎF ne razîna xwe didê xwiya kirin ji encamê  du serek eşîrê ereban têne kuştin bi destê nayîf lê mixabin wîjî nikarî xwe ragirê di hember fiinsa û hokometa nû bi navê hukmeta sûrî , vî warê xwe ne ragir çi kirye bi serê sedên hezarên kurdan, îro çihê şêra rovî dikin gêre…………..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…