Dogma ramaniyarî

Mhmudê xelîl

Dogma ramanyarî ,  li gorî zaniyarê  komelayetî   û  biskolocî  dogma tê şewazîkirin  û  nasîn  bi vî rengî:

 “ew baweriyên civakî  yan ji baweriyek  kû  hatiye hûnandin  bi demêre, divê her kes pê bawer bike bê lêkolîn  û bê rexine   ú li alîkîdin … cênabe şaşîtiyê  hilgire … cênabe  bê guhertin … ev  baweriyê bi vî rengî  bêtir hatine girêdan bi ol û partiyê sosiyalist û kominist ê deshiledarî “yekraman”
li gorî  vê nasînê,  ji gotina  dogma,re   em nikarin her tiştî  bi pîvin li gorî  vê naskirnê , pêwiste em du tiştên girîng ê  girêdaî  bi vê mijarêve  bînin ber çava.
A-dogma ramanyarî
B-“baweriyê  raastî”  ê bê goman.
baweriyê bê gomanî  ewin eê her kes wek hevdû lê dinerê û bi rastiya wê bawerdikin û li ser giftûgo  naê  kirin  di nav bere zaniyara de,  weke em bêjin… geya bê av şÎn naê…cewrik ji devêre çênabin ….waşntun paytexta amrîkaye….1+1=2…û wha pir mînak hene..
emê  bên ser  xala  yekem  a “DOGMA  RAMANYARΔ
 di vir de  ew mijara meiyî  a lîkolînyêye.
li şaxê olî û mitlocjya bi hezaran raman  ketine ser hev – ji roja jiyan des pêkiriye ta nuha- av ramanyarê  bê “delîl” ko bûye  ciyê giftûgoên  mezin  û pir şer û kuştin û talankirin ji  bo van ramanyara  hatiye  pêkanîn…
gava yek dibêje..  xwedê… , ..  helbet yekî din li hember wê bêjê…  kanî xwedê..,  û  bi gotina xwedêre  diyalog ” mucadele” naê rawistandin, hîn wê pir tiştan bênê rojevê  gotinên  mîna ….xwedê wha gotiye… û wha… ne gotiye…û hîn mestir, kesina  xwe kirine  berprsiyrê  xwedê ê nedîtî û binaî, û  ev bû  sedema yekemîn di dîrokê,de  ko deshiladarî  derkeve holê û rolek girîng  bileyze  û ta roja îro ev rol  dileyzê li pir civaka,  nexasim di rojhilata navîn de  a  ko bûiye qada.. bingehîn  di derketina  ol  û mîtolojiya  di despêka dîrokêde..
DOGMA RAMANYARΠ bû  bingeheke  mezin û ber ferh ji civatê,re ta îro.
qasî  zanistî  û pir rastiyên hêja derdkevin holê , lê belê hîn DOGMA RAMANYARΠ  li pir civakê cîhanê ciyê xwe giranbuha  hiştiye, û ev   bûye sedmeke din a alîkar ji derketina hêzên deshiledarî “zorî ” bi navê sosyalîstiyê û mafê karkeran û cotyara. xwediyê van ramanyaran  xwedî DOGMA RAMANYARÎ derketin … weke xwedanê  ramanyarê olî û mitolojîbûn.
Xwediyê  van ramanyaran bi rehetî bûne deshiladarên dîrokî ,  lewra  … bingha  ramanyara olî di civatêde   pirbû…û  şaxê  xwe kûr berdabûn  nava civakê..
di dîrokê,de me dît çawa rûplê  DOGMA RAMANYARΠ civaka mrovtiyê  kiriye bin bandora xwe ,û  li hemberî  pêşketinên  binghîn  bûye kelem û pîj. 
ta merev rizgar nebe ji hemû rengê  “DOGMA RAMANYARÎ ” wê nikaribe bibe destek ji guhertinê, re  û  him jî  nabê  şoreşgerkî  rast,  go karbe  roleke dîrokî  bileyze  bo rewşa guhrtna civakan….

mahudê xelîl
qamişlo ,  duşem /  24,06/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…