Daxuyaniya Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (YNKS)

Baweriya me bi giringiya peyvê û rola wêya mirovane û ronakbîrî weha ye ku nediyarbûna peyvê dibe sedemek bo wunbûna hişmendiyê û diyarbûna nezaniyê û peydabûna paşketinê, herweha dibê hokarê belavbûna tundûtûjiyê bi hemî rengên xwe ve. Em, ewên her ji berê de beşdar bûn bo xizmeta peyvê, îro jî her beşdar in, û pê serfiraz in ku em berhemên xwe, çi piroje û çi awat, di warê ziman û wêjeya Kurdî de bixin nav çarçêweya yekîtiyeke ku kar û bizavê bikê bo komkirina hêzên dahênerane yên nivîserên Kurd li Sûriyê .
Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê ya ku beşdariyê di nîgarkêşana nasnameya meya nediyarkirî de dike, hewl dide bo rola xwe bo berjewendiyên miletê xwe, çi kêşe û çi rewşenbîrî, terxan bikê, û bi têkoşîneke bêwestan bi armanca geşepêdana keltûra Kurdî bi hemî şaxên xwe ve dixebite bo pêkanîna danûstandineke şaristanî, bi çalakiyên rewşenbîrî, û weşandina berhemên sipehî, her ev jî bê goman li ser bingehine babetkî birêve diçe, ku tevina hevgirtina xwe, hem bi tayên jîrbûneke bîrmendane û dahênerane dihûne, hem jî bi tayên rûmetiya peyvê û xemxwariya nîştimanperwerî dihîvêze. Em pê şanaz in ku ev yekîtî ji îro pêde bibê sêwana her nivîserekî bikarê milê xwe bidê rex milê me di serkeftina van binçîne û bawermendiyan de.
Di  22. 6. 2012 girûpa damezrêner – jibilî sê nivîseran (Dr Memo Evdê, Diya Cuwan û   Imer Kalo) û hin nivîserên dîtir jî nikarîbûn beşdariyê têde bikin – civatek ji van nivîskarên jêrî li dar xist. Piştî axaftin û gengeşê birryara damezrandina yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê hate standin. Nivîserên civatê yên navê xwe li ser vê daxuyaniyê imze kirine ev in:
1.  Berzo Mehmûd
2.  Deham Hesen
3.  Ehemed Ismayîl
4.  Edîb Hesen
5.  Ebbas Ismayil
6.  Fewaz Evdê
7.  Hewas Mehmûd
8.  Issa Mîranî
9.  Konê Reş
10. Luqman Yûsif
11. Mehemed Şêxo
12.  Mehmûd Iko
13.  Mehemed Qadiro
14.  Xalid Cemîl Mehemed

Qamişlo 22. 6. 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….