Hin dikin û hin dixwin

Diyar Ehmed

Şoreşa gelê Sûriyê va wê heyva xwe ya (15) pazdhehan derbas bikê, hê ev şoreş ji gurbûn û gerimbûna xwe ne ketiye , tevlî mezinbûn û giraniya qurbaniyan şoreş paş ve ne maye, roj bi roj hêztir û xurtir dibe, û bi sedan kesên dîtir ji kerbûn û bêdengiya xwe derdikevin , hişyar dibin û beryara xwe ji nû ve  diyar dikin û tevlî nav rêzên şoreşê dibin.

 Di nava van ) 15) pazdeh heyvên borî de, şoreş bi xwîn û xwêdana xort û lawên dilgerim , keç û jinên dilnazik, pîr û zarokên bê zar û ziman ma geş, û li ber çemê xwîn û xwêhdana wan ya zelal hêviyên serkeftinê barandin û katedan.
Di nava van heyvên çûyî de, gelek mirovan her tiştên xwe yên buhagiran  gorî şoreşê kirin , malbatin ji qurim ve hatin Korkirin ,  ji kav û dan ve hatin rakirin , keda sedê salan û canê şêrîn jî pêre  wenda kirin.
Di dîroka xebata mirovatiyê de wek hatiye naskirin , ku mirovên dilpak û paqij , perîşan û belengaz ,  karker û cotyar, merd û mêr her wextî ewin ardûyê şorşan û şoreş li ser milên wan serdiKevin û bi ked û karên wan berdewam jî dimînin .
Belî , gelek zanyar û ronakbîran ev yake dane zanîn û herweha hebestvanê Turkê navdar Nazim Hukmet jî li ser vê yekê  gotiye:  (( eger ez ne şewitim û tu ne şewiştî , ma wê ronahî ji kû derê bê)) .
Lê beramberî vê yakê jî mirovin hene , Keysbaz û berjewendperistin û heyranê canê xwe ne û ji bilî berjewendiyên xwe yên taybet , bi çi zimanî na axivin û di ber çi tiştên dîtir de na lepitin , û îro va şoreşa gelê Sûriyê gihaye vê qûnaxê û hê jî ew mirov ne rehetin li ser rewşa rijêmê û pir diltengin ku ev rijêm li ber hilweşandinê ye, tenê xem û kula wan parstin û  pêkanîna berjewendiyên  wan yên taybetin, xema wan ne kuştina xortan û wêrankirina malê  xelkê ne, yan jê wendakirina welat û milete . pirs û kêşên milet ji xwe re kirine perde û kevan, û di bin de xwe vedişêrin.
Cudahiya di navbera van mirovan de û wa yên dî de, ewe ku hin mirov hene hêjayî jiyanê ne û mana wan jiyanê xweş û geş dikin û pir hêja ne ku bijîn .û hin mirovên dîtir hene ne hêjayî jiyanê ne, ji ber mana wan jiyanê dilewitînin.
Mixabin , wek hunermenda Sûrî ya şoreşvan gotî :  îro ew mirovên hêjayî jiyanê canê xwe yê pak û paqij  di ber jiyaneka xweştir de dikin gorî û diçin, û canê xwe didin, li pey wan ew mirov wê bijîn ewên tirsonek û ezezîxwaz , yên ne hêjayî  jiyanê.
 lê mirov bi vê yan ne vê, eve rastiya serpêhatiya çîroka jiyana mirovatiyê  û mirov rêyan ji xwe re dihelbijêrê. Û  ji berê ve bav û bapîrên kurdan di zargotina xwe ya şêrîn de gotîne : (( Hin dikin û hin dî dixwin )).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…