Bejin lale*… lê tirale…!!

Xelîl kalo

Rewşa meyî berçav ya vê dîmenê dide xuyakirin .ku naveroka me tersî bicmê meye û ti rola aqil di mezaxtina jiyanêde nîne .li ser hemû astên jiyanê û bi taybet rewşa siyasî ku kambaxe di vê qunaxê de.her kes xwe dide pêş û hemû ji hev re dibine kul û ser êş.car caran mirrov bê hiş û matmayî dibe dema ku li rewşa giştî tê meyzekirin .. ne siyasetmedarê me weke yê xelkê nê .ne rewşenbîr bi peyam û rêbaza xwe nûkirin û guhartin ne û ne di bîr û bala wan deye .tenê ezezî hakim û deshilate ser wicdan û mêjiyên wan li ser hisabê belengaziya gelê kurd û doza wîya rewa .
Dema ku em qilafet û terzên xwe dibînin. mirov texmên dike ku em dikarin tiştên başbikin ,lê di kar û kirinê de tiştê ku  heyî jî em kambax dikin û pirê caran wêran dikin.mînaka herî berçav û di rojevê de .karê  tevgera kurdî dike di van rojan de  û ku  cihê dax û fihêtiyê ye heta  carna mirov li ba xelkê ji kurdîtiya xwe fedî dike . beramberî kar .bizav û fedekariya xelkê ji bo mavên xweyî jiyanê û bi taybet gelê sûrî di domana xebata soreşa azadiyê de, ku ev bû nêzîkî 15 mihan . roj bi roj ber bi pêşve diçe .berevajî me ku em hîna di nakûkî û keftelefta çanda berê de dijîn .û weke rêbaz û siyaset em bi kartînin .

 Her yek ji me xweş dibêje .lê bi reşayî hizira xwe dike. û nikarê xwe ji ezezî û keleporê paşveçûnê rizgar bike ji ber sûd û berjewendyên xweyî cûr bicûr ku nakevine xizmeta berjewndiyên giştî de. bi vê çandê em gihiştine astekî xirab û serberdayetiyê ku dozên kurdewarî bo kesayetiya xwe bikar tîtin mîna bazirganan û ser gelê xwe qewadiya siyasî dikin .di bin nav û nîşanên bedew û kurdewarî de heta roja îro . niha cade û şeqama kurdan tê xemilandin bi van dîmenên bejin lal û tiral.

*lal…. guleke bedewe li çiyayê kurdan şîndibe
*tiral ….mirovê bê kar û berhem

11.6.2012
xkalo58@gmail.com    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...