Dem û derfet

  Hişyarê Emerê Lalê

weko em tev dizanin îro em di qûnaxekî nazik û hestyarde derbars dibin pêwist dikê ku em li ser hevbin û hev qebûl bikin bêyî ku kes bêjê ez gelekim û tu hindikî em bi hev gelekin û em bêyî hev nebes tenê hindikin lê belê em nînin em bi hacetî her kesayetiyekîne  û her mirovekîne ku dixwazê xizmeta milletê xwe bikê ji vî miletê xweragir û dilsoz ji ber ku hêzên siyasî dema dibin yek bê guman millet berê yeke .
em di welatê xwede ne serbest û azadin ji ber ku em ne yekin de werin em vê xwena azadiyê ya ku bi gelekare çûye gorê em vê xewnê bikin rastîk û bawerîk ev xewn û xeyal nabê rastî ger em ne yekbin ango yekîtîk kargerî ne yekîtiya ser lêv û zimana ji ber ku gelek hene li  têla yekîtiyê dixin bi dev ne ji dile ger ji dilbê divê gavin piraktîk  jêre bên avêtin dem hatiye ji dest xwe neberdin em ji yekîtiua  beyana û  gotina westiyane de werin em van gotinan bikin kar û rêç û şop da em hemî di bin sêwanek kurdayetîde kar û xebata xwe berdewam bikin armanc û hêviyê xwe bi cîbînin bawerbikin ku em ne yekbin ne rijîm ti hêviya ji me dikê û ne jê opozisyon;
 her yek ji me pêwist dikê ku bi rola xwe rabê ev erkê me hemyane bila em hevdo qebûl bikin dem hatiye derfetê neberdin.
 di sala /1920/ ande di rêkeftinama SÎVER  de hinik ji mafê kurda bi cî hat lê ETATURIK bi alîkariya hinek kurdên xwe firoş dema rêkirin/ USBET ELUMEM/ gotin em û tirk birayê hevin em misilmanin me tiştek navê rabîn rêkeftinnama SÎVER  bi ya LOZAN guertin piştî mafê kurda jê rakirin  ev belgenama dîrokî ji dest me çû
Ev /90/ sale tirêna azadiyê ji me boriye nehêlin vêcarêjî bibûrê ger vêcarê jî bibûrê em nizanin  wê kengî dîsa derfet werê û hêdî poşmanî nema feyde dikê.
 meydana kar û xebatê vekin ji herkesê dixwazê xizmeta milletê xwe bikê û ne xwe tenê bibînin berpirsyarê vê qûnaxê û ne xwe tenê bibînin xwedyê biryara   
Dema E.N.K çûyî kurdistanê serok Mesod Barzanî  ji wanre weha got (şert û mercên ku em alikariya we bikin divê hûn rêzê xwe bikin yek ji ber ku ev qûnqx qûnaxekî hestyare divê hûn xwe dûrî hizbîtiya teng bikin ji ber ku hizbîtiya teng wê derfetê ji dest we bibê û em jî hêdî nikarin alîkariya we bikin ji ber vê jî ez weke birakî û weke kurdekî vê gotinê arasteyî we dikim û berê we li paşerojek roniye û di bawerya minde hûnê bighin armancin mezin )
Vêca birano ger em neyekbin birayên mejî alîkariya me nakin vêca wê çewa xelik alîkariya me bikin  ev nexweşiya bê çare divê em çarekî jêre bibînin bila em gotinên EHMEDÊ XANÊ bi cî bînin ji berya /300/ sala gotiye
Hindî ji şecaet û xeyorin       ew çendî ji minetê neforin
Lo bêkve hemîşe bê tifaqin     daim bi temerid û şiqaqin
Ger dê hebiwa me itfaqek     vêgre bikiran me inqiyadek
Rom û ereb û ecem temamî    hemya ji mere dikir xulamî
Tekmîl dikiran me dîn û dewlet   tehsîl dikiran me ilm û hukmet
Temyîz dibon ji hev meqalat mimtaz dibûn xudan kemalat

De wrin itîfaqê bikin da ROM  û EREB û ECEM bibin xulam de werin   em xewna EHMEDÊ XANÊ  bêk bînin û xûna pakrewana bikin xetîra yekîtiyê  …da em bighin doz û daxwazê xwe û rizgar bibin ji pîlanê dijmina dem hatiye……dem hatiye  dema herê …navegerê  divê em qasî vê qûnaxa dîrokîbin  xwe nekin berpirsyarê gunehkariyê dîrok mehderê li kesî nakê 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...