Sûriya – rêya ber bi demoqrasî û seqamgêriyê ve

Dr. Ebdul Hekîm Beşar

Şoreşa Sûriyê derbasî heyva xwe ya (15) an bû û tevî giranî û mezinbûna qurbaniyan, ku jimara şehîdan ser (10) hezar şehîdan ket ye û herweha bi dehên hezarên girtiyan û pêre jî wêrana aborî. û tevî pêdariya şoreşgeran û berxwedana wan hê rijêma Sûriyê serdeste li ser piraniya xaka Sûriyê û hewldanên ji bo hilweşandina rijêmê ta niha tev de serneketin .
Ji vê yekê, ji hemû hêzên opizisyonê tê xwestin ku li xwe vegerin, û em guman dikin ku rêya ber bi hilweşandina rijêmê û pêkanîna demoqrasiyetê, bi van xalên xwarê re derbas dibin .
Yek : yekîtiya opizisyona Sûriyê, û mebest jê ne yekirin û tevlîhevbûna  wan hêzane, lê belê, avakirina çarçovekê berfireh ku tevaya hêzên serekî yên opizisyonê li ser belgenameyeka siyasî li hev bikin, ku ew belgename nêrîna wan hêzan derbarî rengê dewleta Sûriyê ya piştî hilweşandinê nîşan bikê.
Didu : hebûna belgenameyeka siyasî ya xuya û eşkere, ku maf û daxwazên tevaya pêkhatiyên gelê Sûriyê yên netewî, olî û mezhebî bi ronahî tekez bikê û wan mafan di destorê de bi xwe ve bigirê , û bi hev re jiyana wan pêkhatiyan di hundirê Sûriyê de misoger bikê û herwisa wan dilniya jî bikê bi pêşeroja wan û ji wan re baweriyê  çê bikê ku ev hilweşandin di berjewendiya wan de ye .
Gelê kurd wek yek ji wan pêkhatiyên serekî. divê di wê belgenameyê de  danpêdaneka destorî bi hebûna gelê kurd wek pêkhatiyek resen û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî pê bê kirin û pêre jî mafê wî yê çarenûsî di hundirê Sûriyaka fîdral de bê misoger kirin, û tevaya kiryarên şovînî yên di derheqa wî de hatîn kirin, bên rakirin .
 Û eger em E””””lewiyan jî wek pêkhatiyek dîtir yê gelê Sûriyê bibînin, û bi encama serhevde ketin û kombûna fakterên dîrokî û siyasî, hêlişt ku E””””lewî bibin beşek ji rijêmê û niha vekirina tayê girêdana di navbera wan û rijêmê de pêwîstiyeka istiratîciye. ji ber van her du egerên serekî:
1-E””””lewî hêza rêxistî ya serekî ye ku îro piştgiriya rijêmê dikê, her ewe dîsanê çavkaniya hêza wê ya bingihîn jî pêktînê .û vekirina tayê girêdana wê bi rijêmê re, nexwe hilweşandina rijêmê ye.
2-E””””lewî pêkhatiyek giringe di civaka Sûriyê de û ew pêkhatiyek niştîmaniye, û pêtviyê piştrastiyeka siyasî ye ku guhertin dê di berjewendiya wê de bê û ev yeke gereke di belgenameya siyasî de bê pêkanîn . ji ber vê jî pêtiviye ku danpêdan bi dewleta ne navendî ya siyasî û zanistî bê kirin,  wek piştrastiyek  ji tevaya pêkhatiyên Sûriyê re .
Sisê : hebûna piştrastiyekî ji komkara Erebî, dewletên hevgirtî û hêzên mezin yên ku çavdêriya wê belgenameyê bikin. û ev yeke  misoger bikê ku ew belgenama siyasî wê bibê bingeh ji destora Sûriya nû re.
Çar : peydabûna hersê fakterên pêşîn pêtviye xebat bê kirin, ta ku şoreşa Sûriyê bibê şoreşa hemû pêkhatiyên Sûriyê û ev şoreş tevaya xaka Sûriyê jî vegirê , û dawiyê bi vê yekê hemû çavkaniyên hêza rijêmê yên siyasî, aborî û mirovî wê bên ziwa kirin û ev yeke wê bibê egerê rûxandineka bilez û bez di nava dezgehên rijêmê de .
Pênc : fakterên ji derve, wek berdewamiya fişar û birhên siyasî û aborî dimînin fakterên arîkar û piştevan ji fakterên hundirî re .
pêkanîna van xalên raborî, yên me berî niha anîn ziman û me li ber çavan danîn, ne tenê hilweşandina rijêmê dabîn dikê, lê belê, wê bibê rêyek kurt û durist ji avakirina Sûriya nû re, Sûriyek aram û seqamgîr, demoqrasî û fireh alî .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…