Şoreşa sêwîyan

Mihemed Ebdê

Wek  em dizanin despêka şoreşên buhera Erebî ji kur dest pêkirbûn û ta bi kur, û her yek ji wan bi çi şêweyî bidawî bû?, Û piştgirîya dewletên cîhanê bi wan şoreşan re, ta ku ew şoreş bi ser ketin.
Lê mixabin!Îro em werin li ser rewşa şoreşa Sûrîyê bi axivin ta bi vê qonaxê, dibe ku em vê şoreşê bi navbikin. (Şoreşa sêwîyan) Ji ber ku tenê gelê Sûrî pişgire bi şoreşa xwe re, ji ber ku dewletên cîhanê berjewendîyên xwe yên kesayetî yên taybet  nadin bi gelê Sûrîyê re,ew gelê ku di bin eşkence û kuştin, kujtaran de dijî.
 Piştî 15 e mihan ji vê şoreşa pîroz,pilan û pirojeyên derw,û sozên bê sûde,û tev jî I gastîna rijîma Sûrîyê dikevin,û her şoreş jê bê pare?.
Dibe ku em gelek bi giştî  tê dighêjin bi bazaran,û bazirganîyên siyasî,  û bi çîrokên di pişt perdan de, û leystikên siyasî ku şoreşa Sûrîyî bive ye!.
Lê qet jî gomanê me ne dikşand ku piranîya dewletên cîhanê,ku ew bê wijdan û kêm rûmet derkevin,û tenê di kongiran de û li ser TV îyan,bi axivin,û ne alîkar bin ji vê şoreşa serdema 21 û yekan de,a ku piştî serkeftina wê,dive ku li her zanîngehên cîhanê bi be wane û şagirt jê fêrbibin.
Di ragihandina rojana de, di vê şoreşê de,kuştin, kujtar, girtin, penaperî, mişixtî,li seranserê Sûrîyê diger e.Û kujtara Alhole rûpela şoreşa me guhart.
Ew kujtara ku mirov bê hiş jê dimîne,çawe ku mirov hene zarokan şerjêdikin,û kujtara Alhole tîne bîra me kujtara Helbça,û kujtara Serbirînîtşa yên ku tenê xwîn mij û diktator karin wan kujtaran li darxin.
Lê diyare ku dewletên mezin yên xwedî gotina dawî li ser masa birîyaran, berjewendîyên xwe nade bi sed şoreşan!.Û her û her ew dixwazin ku ev şoreş li ser tifikê be, û ne li ser agirekî har be ,xwesteka wan jê ew e ku welatê Sûrî bi herfe û miletê wî jî lava ji wanbikin,lê tujarî jî şoreşvanên vî welatî lava ji wan nakin,ew çiqasî dirîjbikin wê ewqasî şoreş zengên bibe, ji şoreşvanan,û vîtoya Rûs û Sînê jî bila ew dewlet tev şilbikin û ava wê vexwin, ji ber ku şoreş raste, a Sêwîyan e,lê gelê Sûrî li xwe bi xwedê derdikeve,pîlan û vir hişkere kirin e.
 Îro banga me ji kêre ye?banga me ji gelên cîhanê re ye, ew gelê ku dikare zorê li serok û hokometên xwe bikin ji bo alîkarîya vê şoreşa pîroz bikin,ta ku cemawerên her welatekî zorê nedin hokometên xwe, û ne dakevin sikakan,ew sîyasete wan dewletan wê bimîne di nerînên teng de, û hokometên wan berjewendîyên xwe yên taybet nadin bi berjewendîyên welatê xwe û nerîna gelê xwe.
Dive ku gelê cîhanê jî hestîyar be,û qîr bikin dewletên xwe, ji bo ev milet ku di rojana de di bin kuştinê de ye,ev ne lavakirin e,ev ji her miletî tê xwestin ku piştgirîya miletên bin dest bik e,ji ber ku yasa cîhanî tê xwarin di bin Dolar û betrolê de.
Silav ji bo vê şoreşa pîroz, û silav ji bo her dewletekî ku gelê wê dakeve sikakan û qîra vê şoreşê tûj bike.
Li gîyanê bakrwanê şoreşa Sûrîyê re silav.
Ji girtîyan re azadî.
Ji penaper û revendan re vegerek serkeftî.
Û ji şoreşê re serkeftin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…