Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZK)

  Li roja 18.5.2012, bi amadebûna dora 25 nûnerên komîteyên mamosteyên zimanê Kurdî li deverên Çiyayê Kurmênc/Efrînê, ku di çarçewa “Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZK)” de dixebitin, civînek fereh li bajarê Efrînê hat li darxistin.
Civînê bi bêhnikek bêdeng ji bo rûmetkirina xwîna qurbaniyêN azadiyê dest pê bû.
Pişt re, rewşa tevahî ya karê saziyê ji hêla berpirsyarê saziyê û komîta navçê û nûnerên mamosteyan de hat nasandin û nixandin.
Hat nasîn, ku li dîroka roja civînê, dora 20 komikên fêrkirinê li dar in, û 119 şagirt tê de dixwînin, û di paşerojê de dê gelek komik û korsên din jî werin vekirin.
Tiştê balkêş ew bû, ku hejmareke baş ji keçikên mamoste li civînê amade bûn, û cihê xwe di komîta nû ya navçê de jî girtin. Nêrîn û pêşniyar ew bû, ku li paşerojê, jin û keçik serkêşiya karê fêrkirin û parastina zimanê xwe bikin û her kesk ji hundur mala xwe de dest pê bike.
Mamsteyên li xwe girtin ku bareyek ji bo fêrkirina zimên bi navê ((Hawara Zimanê Kurdî)) di navbera serê meha Tîrmehê û dawiya Tebaxê de were destpêkirin.
Biryar hat girtin jî ku komikên mamosteyan li her deverkê û gundekî werin avakirin. Dirûşm wiha bû: ” li her gundekî mamostak, û li her gund û taxekê maleke zimên”.
Ji bo xercî û diraviyê jî mamosteyan tibabeke mehane ye biçûk li xwe girtin.
Li dawiyê komîtek rêvebir ji mamosteyên keç û xort, ji bo lisazxistina karê saziyê li navça Ç. Kurmênc re hat vebjartin.
Li dawiyê, civîn bi sozê xebata ji bo parastina zimanê Kurdî yê şêrîn û giranbiha bidawî bû.

Sazkarê komîteya (SFPZK) li Ç.Kurmênc/Efrîn… Rozad Elî… Efrîn.. 20.5.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…