Mehmûd BadilîDibe ku carekê li serê texe, tu ji xwe bipirsî, ez kî me? Yan tu li ber neynikê li xwe binêrî û dîsa vê pirsê ji xwe bikî.. lê bi bext ji min re hestê xwe şîrove bikî, hema di wê kêlîkê bi xwe de, gava tu li dengê xwe guhdar dikî, çi bi te re çê dibî..?.
Li vir dixwazim te agahdar bikim ku navê te bi xwe nasnameya te yî, çiku ligorî zimanê te navê te bi wate ye, lê di zimanên dîtir de dibe ku navê te bê wate be.
Lê gava tu bersiva xwe dide û tu dibêje ez kurdim, dîsa li vir tu dixwazî nasnameya xwe bidî xuyakirin û di heman gavê de tu xwe cuda dikî ji miletên dîtir, li vir gelek hokarên din rola xwe dilîzin, wek daxwaz û viyana te, xak û dîroka te, û zimanê te.
Ev cudakirin bi xwe (Ez Kurdim) dikeve warê netewî de, erê miletê kurd neteweke, li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, dîrokek hevbeş wan bi hev ve girêdide, zimanê wan yeke, daxwaz û viyanek hevbeş û xurt di navbera wan de peyda dibe.
Ji xwe hebûna zimanê netewî, bingehê serekeye yê ku ramana netewî li ser ava dibe, û wateya nasnameyê bi xwe di naverok û cewherê ziman bi xwe de temam dibe, û di erkên ku ev ziman bê radibe, û di sedem û şêweyên ku bûn alîkar derbarî hebûn û pêşveçûna wî de, û rêkên fêrbûn û bikaranîna rojane û di her demê de.
Kurdo.. tu dibêje ez kurdim, îca ezê ji te bipirsim, gelo tu zimanê xwe bikartînî, tu bi zimanê xwe diaxivî, tu pê dinivîsînî, tu pê dixwînî, tu pê hez dikî..?.







Şîrove (0)