Şirovekirin ji Brahîm Yûsiv

Nivîskarê kurd rêzdar Berzo Mehmûd di malpera Welatê Me beşê kurdî de gotarek di bin navê ‘’ Rewşenbîriya Aqilmendiyê bo me pêwîst e Dubendî ye, ne Hevbendî ye !!’’. de weşandiye, mixabin tije şaşî ye, ew xwe dispêre qelwelk û gumanan, wek ku di gotara xwe de nivîsandiye, xwe ne westandiye û li gotinên min ên kesane venegeriya ye.
Ezê tenê li hevokek wî vegerînim, ew dibêje ku ez di hevpeyvînek xwe li gel televizyonek kurdî de bi zimanê tehdîdê axivî me. Ji bo rastteqîneyê dibêjim ku pirs ji spîkerê televizyonê ne sereke derket, bi kêmanî sed hezaran lê guhdarî kirine, lînka wê jî amade ye, û min bersiva wî bi hêvî û rica bersiv da ku em yekîtiya nivîskaran biparêzin,
lê xuyaye braderê Berzo li berdewamiya hevpeyvînê guhdarî nekiriye, sed mixabin, ta bi neyarên xwe yên rasteqîne re ez naçim axaftina tundûtûjiyê, ew ne li gor bejna helwesta gotar û rastiya min e.

Gelek spas ji bo malpera Welatê Me ya ku derfet da min ku ji xwendevanan re rastiyê diyar bikim, ji ber gelek dostan ji min xwestin ku ez helwesta xwe şirove bikim, ji ber min soz dabû ku ez li gotara rêzdar Berzo venegerînim,..belê gotara wî bersiva xwe dide û li xwediyê xwe vedigerîne, û spas.

17/05/2012

Brahîm Yûsiv

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…