Di malpera Tîrêj de nivîseke bi sernavê (Hunera helbestê) ya nivîskar Heyder Omer berî demekê hate weşandin. Min jî ew bi baleke fireh û mejîyekî vekirî xwend û dît ku berê nivîskar li mijareke gelekî girîng e di wêje û çanda kurdî ya hemdem de. Nivîskar gava ku behsa lawazîya rexneyê weke têgeheke ku nivîskar dibêje( stuyê wê di guftugoyan de tê badan) rê li ber mejî vedike ku ew ji hêla me hemûyan de were xebitandin.
Ez di vir de bi her deh tilîyan mor dikim û dengê xwe tev li dengê nivîskarê me yê rêzdar Omer dikim û dibêjim ku ne tenê me rexne nas nekiriye, lê rexne bi xwe jî hîn nehatiye serdana mejiyê kurdan û civaka kurdan û cihekî wê yê taybet li ba me nîne.
Tiştê ku bêtir bala min kişand ew bû şirovekirina birêz Omer ji peyva rexneyê re. Wî xwestiye bi çi awayî be wê peyvê vegerîne têgeheke ku têkilîya wê bi pere û pûl û nirx û qîmetê re hebe. Ev yek di lêkolînan de tiştekî neserkeftîye û encamin çewt bi xwe re tîne holê, ango di serê lêkolînerekî de armancek heye, ew biryar dide di rêya lêkolînekê re xwe bigihîne wê armanca xwe. Yanî bi gotineke din ne lêkolîn wî digihîne encamê, lê encama hazirkirî dihêle ew lêkolîna xwe bike. Lêkolîn diber encama biryareke hazirkirî di mejîyê lêkolîner de.
Di vê mînaka me de nivîskarê me birêz Omer xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku wateya peyva rexne di kurdî de eynî wateya peyva rexne( el Neqd النقد ) ya erebî ye.
Nivîskar dibêje: Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê xebitandin, ji wateya peyva criticism( kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne, bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî (kritik), bi yê firansizî (critique – kirîtîk) û bi yê rûsî ( krîtîka ). Ev lêker di bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî pûnijî dide, pêre jî, gava di meydana wêje de tê xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî diyar bike. Rexnevanên Eُreban, li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar tînin. Ev peyva eُrebî, di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya dirav ( pere ) dide. Lê çima rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera Girîkan dixebitînin?.
Ez bi xwe nizanim bê çawa nivîskar hema zû bi zû xwe gihande vê encamê û biryara xwe da, ku ev peyv di zimanê wan( Ereban) de, weke ku di zimanê me de jî, wateya dirav(pere) dide.??!
Bi rastî nivîskar hîç li vir serê xwe naêşîne û ji me re nabêje ka çawa û çima rexne wateya pere û dirav dide. Di kîjan ferhengên kurdî de ev yek dîtiye û çima wan beyan nake. Bi kêmanî eger nivîskarek çêrî têgehên peyvekê di zimanekî de dibe, xwe diahvêje( bextê) ferhengan û ji wir lêkolîna xwe dest pê dike. Lê nivîskarê me behsa tu ferhengan nekiriye lê bi vî awayî nerîna xwe ya ne di cih de şirove dike:
Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be, çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx ) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paş wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n) li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête avêtin, (rex) dimîne, û wateya ( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî nerx bûye rexn.
Ev şiroveyeke pir seyr û bêmentiqe ji hêla nivîskarê me yê rêzdar de, ku wî xwe bi xwe kiriye jêdera vê şiroveyê, ango bê belge û bingeheke zanistî nerx( ku rastîya wê Nirx e) diguherîne Rexn( ku tu peyvên wisa nînin di kurdî de, lê Rexne heye) . guhertina tîpan bi xwe di kurdî de heye lê ew bi sîstem e ne ku hema çawa be tîp têne guherandin. Weke mînak hin tîpa L bi R re werdigerînin û li dewsa wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M bi Z re diguherin û li şûna nizim dibêjin nimiz. Û weha bi hin tîpên din re jî. Lê di mînaka nivîskarê me yê rêzdar de ne tenê tîp hatine guherandin, lê gotin tev hev li gora xwesteka wî serobinî bûye. De ka em binêrin çi bi serê peyva Nirx hatiye heta ku bûye Rexne.
Tîpa N ji serê peyvê çûye dawîyê. Tîpa I bûye E û di cihê xwe de maye. R weke tîpa sêyem hatiye û bûye tîpa yekem û serkêşîya peyvê dike. X ku tîpa çarem û dawî bû hatiye bûye ya sêyem. Li dawî jî tîpeke E zêde bûye. Îcar kanî çawa û kengî ev yek qewimîye!! Ne di ferhenag de tiştekî wisa behs dibe ne jî di nîvîsên kevin de û ne jî ev guhertina sosret xwe disipêre tu bingehî.
Di erebî bi xwe de koka gotina el Neqd ne pereye, lê jihevderxistina pak û pîs e di her tiştî de, pişt re bûye jihevderxistina pereyên qelp û yên sax û rast, û dawî nav li pereyan bi xwe kirine Elneqd. Û ji wir têgeha gotina Elneqd fireh bûye û wateyên xwe yên ku em niha dizanin peyda kirine.
Malikeke erebî heye dibêje:
الموت نقاد على كفه جواهر يختار منها الجياد
Ango mirin Neqqadeke( kesê ku tiştên pak û pîs ji hev cuda dike) di kefa destê wî de gewher hene, ew jî yên giranbuha hildibijêre!! Her weha ji wateyên gotina Elneqd ya erebî, eybdîtin û kêmanîdîtina li tiştekî yan kesekî ye.
Îcar ku em vegerin ferhengên kurdî yên ku birêz Omer di xwe re nedîtibû li wan vegere yan ew peyda nekiribûn em rastî çi tên!! Di serî de emê li ferhenga Elhediyye elhemîdiyye vegerin û li peyva Rexne binêrin. Di rûpela 93 an de stûna çepê de peyva Rexne bi wateya sistbûn û jiberhevçûn tê, danerê ferhengê weha dibêje:
رخنه: الرخاوة و التخلل
Ango: Rexne sistî û jiberhevçûn e. di gel ku daner nabêje me ka sistîya çi û jiberhevçûna çi lê em tê digihin ku ew çê li pere û nirx nake!!
Di ferhenga Henbane borînê ya rehmetîyê Hejarê Mukriyanî de jî ev wateyên peyva Rexne ne: tanedan û lomekirin. Eyb û kêmanîdîtina li tiştekî(an kesekî). Sistî. Qelş û derz.
Tiştê balkêş ewe ku di ferhengên zimanê farisî de jî wateya Rexne nêzîka wateya rexne ya di kurdî de ye. Di ferhenaga ( المعجم الذهبي) ya Dr. Mihemmed eltûncî wateyên Rexne evin: qelş û derza di dîwarekî yan sûrekî de. Qulik. Jiberhevçûna erdê. Eyb û kêmanî.
Ji van zanyarîyên borî em tê digihin ku têgeha Rexne di herdu ziamnên Hindoîranî de (Kurdî û Farisî) yeke û di serî de kêmanîdîtin e. îcar dema em rexneyê li deqekê yan kesekî dikin, em kêmanî û qusûrên wî kesî/wê deqê didin berçavan û tucarî nayê wateya ku em wî kesî/ wê deqê dinirxînin û buhayê wê dibêjin. Ez dibînim ku civaka me ji rexneyê hez nake û napejirîne ji ber ku têgeha vê peyvê têgeheke neyênî ye. Loma jî ez weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina xwe ji vê peyvê re biguherin yan jî em wê peyvê bi xwe nema bikar bînin û li şûna wê peyveke din bibînin. Peyva ku ez wê bêtir seza û minasibê têgeha (Kiritik) dibînim peyva Hêjandin yan Hêjan e, ew jî peyveke kurdî ya resen e û di ferhenga Elhediyye el hemîdiyye de wateya wê ev e: naskirina buha û hêjabûna tiştekî ye, mirov dikare bibêje: filankes berhema min dihêje, ango dinirxîne û giranîya wê dide xuyakirin.
Ev nivîsa min jî li gora daxwaza nivîskarê rêzdar Heyder Omer hatiye, çiko wî di nivîsa xwe de gotiye: Lê tevî vê baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva ( rexn ) bi kar bînin, û vê boçûna xwe ya jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du peyvan vekolin, belkî karibin vêkra bigihînin boçûneke yekta.
Hêvîya min ew e ku sînga nivîskar ji van têbînîyên min re fireh û vekirî be û wan mîna nêzîkbûneke birayane û dostanîye bihejmêre