CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Melevan Resûl

 Em li perwaza dirûnin, hîn dibin zar û hevok
Va li destî xam û xêze, fisqê zeytûn û kevok
(ey reqîb) sultan û şahe, her bi pendê devliken
Gav bigav dewran li ba tê, şev diçê nû tête rok

Herçendî me cejn û şahî û sersal hebin jî , lê roja zimanê kurdî mezintirîn cejn û şahiye ji miletê me re .
Heger giringiya zimanê kurdî nebûya ? wê Ehmedê Xanî ji kamalê bê kemal nemaba , û Eliyê tirmoqî ne kira qîr û hawar , û Bedirxaniyan tîp û giramera kurdî saz nedikirin ?
Yan jê Mokeryanî rexne li kesê bi zimanê xwe nezanibin nedikir û negota ku ew kes ne ji pişta bavê xwe ne û yan ji dêle dêyekî welidî ne !.
Ji ber vê yekê zimanê kurdî ne ji bo pênasîna rewşenbîrî û ferhengî ye , helbete ji wê zêdetir e , ew dibe hîmê bingihîn di naskirina netwa kurdî de , her çiqasî rîjêm destûra hînkirina zimanê me nade jî û di encamê de netewa kurd ber bi asîmilekirinê ve tajo , lê cihê xemgîniyê ye dema ku çalakvanên rewşenbîrî û siyasî dibin destek di pêkanîna projeyên tunekirina netewa kurd bi xemsarî û bêguhdana wan ji çand û tore û wêjeya kurdî re , bobelatek mezine dema mijarên ziman newin parastin û pêşxistin .
Di vê dema nuha de em xweşbînin bi guhdana ji zimanê kurdî re di riya vekirina navendên rewşenbîrî, çandî û saziyên perwerdeya zimanê kurdî di seran serî rojavayê kurdistanê de .
Di baweriya min de , hînbûna zimanê û wêjeya kurdî erkek netewî ye , sincî ye , wijdanî û mirovî ye , heger xwedî lêderkitin çê bibe , bi serê xwe ew serkeftineke di pêkanîna mafê rewayê gelê kurd de .
Di vê qunaxê de pêwistiya me bi ragihandina kurdî heye, her weha banga min ji bo hemû xemxwerê wêje û zimanê kurdî re heye ku nivîskar û rewşenbîrên me berê xwe bidin xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û li doza netewa xwe xwedî derkevin di riya destnivîsên bi zimanê kurdî di hemû alavên ragihandin û çapemeniyê de , çimkî dem hatiye û ezmûn amadeye em mafê xwe wergirin , bila tu carî hêviyên me bi desthilatê newe (çi kevin û çi ya were) ku derfetê bide ji bo pêşxistina çand û wêjeya kurdî  , maf mafê meye û birîn jî birîna miletê meye , heger zanyar û rewşenbîrên me bi vî erkî ne rabin ew tewaneke li hember hebûna netewa kurd tê kirin û her sal zimanê kurdî xase û petî bimîn e .
 

14/5/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…