Têgeya( Federalîsm) û pêwîstiya wê weke sîstêm bo welatê Sûriyê!!!

Dr.Zara Salih
 
Di dema desthilatdariya Fransa de gava nû welatê Sûriyê hate binav kirin, pênc herêm hebûn û wê çaxê sîstemek federal bû di nav bera wan de ( wan her 5 diweyla de). Ji wê demê ve kurd bêpar bûn, loma wan doza otonomî li Fransa kirin jo herêma Cezîrê.

Piştî barkirina Fransa rêjîmên navendî destpêkirin û dawiya wan rêjîma Ba’s ya şofînî bû, ku êdî welat bû ji partîkê re û malbatekê re.
 her kes di Sûriyê de beyanî bû, berî teva kurd, ji ber ku ev rêjîma navendî li ser bingeheke nijadperstî-netewî irûbî avabû, û hemû pîlan û projeyên asîmîlekirinê dijî kurdan pêk tannin. Jibilî wê jî gelek welatiyên civaka Sûriyê û netewe komelên olî , ne xwedî maf  û nasname bûn dibin siya rêjîmek weke Ba’s, jiber ku ev herêmên welatê Sûriyê berî niha serbixwe bûn( weke dewleta Heleb, dewleta Elwiya, dewleta Dîmeşiq, dewleta Dirûz, dewleta Libnan).
Bandora siyaset û çanda vê rêjîma totalîtar û dictator ta roja îro berdewame û di hişmendiya piraniya gelê Sûriyê de û bi rengekî taybet li cem rikberiya siyasî erebî  ev tişt diyare, û ta niha piştî vê şoreşa pîroz ew nikarin kurdan bi pejirînin weke netewe xwedî maf li ser xaka xwe dijî û gereke hevpar be weke netewe bi ereban û netewên din re di desthilatdariya welat de. Jiber van sedemên serete, kurd doza sîstemek ne navendî dikin ango rengekî ji çarenûsiyê û baştirîn ji wê Federalî ye, ku êdî kurd karibin bixwe birêveberiya xwe bikin û deverên kurdî ( Cizîr, Efrîn, Kobanê ), bixin yek herêm û ew jî navê wê lê ye ( Herêma Kurdistana Sûriyê ), tenê bi rêya federaliyê wê kurd û tev netewên Sûriyê bigihin mafên xwe û wê bi şêwek rastî xwediyê welat bin, û êdî rê tê girtin bo ku ti dîktatorên din çê nebin dibin nave piraniyê, yan jî bi hinceta leystika demokrasî ereb bêjin hilbijartin me dike xwedî maf ku em tenê desthilatdariyê bikin weke ku ( ixwan almuslimîn ) dibêjin.
Federalî rêya herî başe bo yekîtiya Sûriyê ne tenê başe jibo kurdan, lê wê her kes azad be û xwediyê vî welatî be heger para wî û mafê wî parastî be, wê çaxê tenê ev dewlet dibe welatê tevan û dibin vê sîwana azad û serbixwe de wê welatekî demokrasî ava bibe.

Ji ber wilo jî, pêwîste ku kurd bi rêya nûnerên xwe,van daxuazên celda kurdî doz bikin û her û her xebatê bikin bo pêkanîna van armancan, û ta ku pêkên wan hesanî bin, gereke em tev yekbin bo van hêviyên pîroz û fersenda dîrokî, û em hemû nakokî, nexweşî û ezîtiyan bavêjin pişt xwe û lê nenerin û bi giyanek kurdayetî netewî destê xwe bikin yek ta roxandina rêjîma Beşar û destxistina mafên gelê kurd li Kurdistana rojava- Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…