Sendîka Mamosteyên Zimanê Kurdî

Salar Elo

Gelemşeya hin dewletan ku zimanê xwe yê dayikê bikar naynin gava ku azad dibin , gelek rastîyan ji mere diyar dike , ev dewlet an gel ku dibin destê dagîrkeran debû, û zimanê dayikê qedexe bû , lêbelê piştî ku serxwebûna xwe bidestdixist zimanê dagîrkeran dima zimanê fermî li dibistan û zankoyên dewletê , û tu kar ji zimanê dayikê re nedibû ku bibe zimanê fermî yê sereke , wek nimûne dewleta Cezayir .
Ev bûyer me li hember metirsiyeke mezin radiwestîne , ku di paşerojê de eger zimanê kurdî li welatê me azad bibe , gelo kurd wê xwe fêrî zimanê dayikê bikin ? wê bixwe zarokê xwe bişînin dibistanan ?
Eger em kurdên Turkiyê bikin nimûne , emê nasbikin ku gel ji ber xwe ve naçe dibistanan bi mebesta xwe fêrî zimanê dayikê bike , dema mafên xwe yên rewşenbîrî bistîne , birastî du rûwên vê gelemşeyê hene :
1- Desthilata Turkiyê şerekî fireh li ser ziman û çanda kurdî kir , û hewldanên mezin kirin daku şuştina qada mejiyê kurdî ji kurdayetiyê berfirehtir bike .
2-  Gelê kurd li Turkiyê tu kar ji zimanê kurdî re nekiribû , dema ku dibistanên kurdî vebûn ne mamoste hebûn û ne şagirt jî dihatin dibistanan .
Jiber vê gelemşeya ku li Turkiyê bi gelê kurd re afirî derbarî fêrbûna zimanê dayikê piştî ku mafên rewşenbîrî standin , çiqas giringe ji gelê kurd re li Sûriyê , ku em ji îroroj ve dest bi karekî wisa bikin ji bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî , wek saziyek taybet ji bo fêrbûna zimanê kurdî û danheva mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî , ji erkên vê sendîkê ku zimanê kurdî bi rengekî gelerî belavbike , û giringiya zimanê dayikê ji gel re bide xuyakirin , û navtêdanê di nav nifşên nû de bi afrîne jibo fêrbûna zimanê dayikê , digel ku navên mamosteyên fêrker tomarbike , û wan amadebike bi şêweyekî yekgirtî bihêviya wê dema ku zimanê kurdî azad bibe , û mafên rewşenbîrî bidestkevin , dê mamosteyên ziman bi yekşêwe fêrkirina zimanê dayikê li dibistanên kurdî bikin .
Ji rexekî din ve , ev dibistanên kurdî bi pêwîstî mamosteya ne , (3-4) milyon kurdên Sûriyê bi pêdivêyî nêzîkî 2000 mamoste ne , ev yek jî divê ji armancên serekî yên vê saziyê bin , ku 2000 mamostê fêrker amadebike , û rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekgirtî lidarxîne  , daku dibistanên kurdî dagrin û bi yekşêwe fêrkirinê bikin dema ku gelê kurd mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxîne .
Ev mamosteyên zimanê kurdî , dê di paşerojê de bibin sitûnên rewşenbîriya kurdî , ev sendîke dema nuha wek dibistanek gelerîye , ku îro berî sibe divê bê damezirandin û dest bi karê xwe bike , jibo pêkanîna van armancên jêrî :
1-  Tomarkirina navên mamosteyên zimanê kurdî yên ku amadene karê fêrkirinê bikin .
2-  Hilbijartina rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekbûyî .
3-  Lidarxistina xulên fêrkirina zimanê dayikê , nemaze ji nifşên nûhatî .
4-  Hilbijartina şagirtên jêhatî ji van xulan , û amadekirina wan daku bibin mamosteyên zimanê kurdî .
5-  Navtêdanê di navbera gel de belavbike bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya dezgehên têvel .
Eger ev sendîke sazbibe , û xebatê jibo van armancan bike , dema ku zimanê me azad bibe , wê amadekariyên me tewaw bibin , û tu gelemşe nabin berpêk li pêşiya fêrbûna zimanê dayikê , jiber ku ev sendîke dê ronahiya hezkirina zimanê dayikê di dilê her mirovekî kurd de vêxe .
Rewşa zimanê dayikê li ba kurdên Turkiyê ji mere diyar dike , ku ew raya dibêje : (divê em li hêviya mafên xwe yên rewşenbîrî rawestin ta ku em dest bi fêrbûna zimanê dayikê bikin ) , rayeke şaşe , gelê kurd li Turkiyê piştî ku mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxistin , lêbelê dibistanên wan vala man , herkuda ji nû ve saziyek damezirandin bi mebesta ku handanê bide gel bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin , pêre jî mamostan avabike .
Eger em bîrewerbin ji dema îro re û ev guhartinên ku li hawîrdora me çêdibin , divê em dest bikar bikin berî ku em mafên xwe bidestxînin , em gelê xwe amadebikin ji çûna dibistanan re ,  jimarek baş ji mamosteyên zimanê kurdî amadebikin daku karibin gelê xwe ji nexwendewariya zimanê dayikê rizgarbikin , ev jî di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî .

salaraloo@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…