ÇEND TÊBÎNÎ-( 1 ) *

M.Qasim.K.Cezîrê
m.qibnjezire@hotmail.com

Yek
–  Siyaset : peyveke bi zimanê Erebiye…tê gotin ku ji mana xwedîkirin u bi rêvebirina hespa, hatiye.  Bi Erebî di bêjin :
ساس، يسوس سوسا، فهو سائس وهو مسوس …

Ji karê bi xwedîkirin u bi rêvebirina hespan. U ji vê manê birêviberina miletan jî bi navkirin, Siyaset.
Bi raya min gereke ev peyv bi mîne di zimanê kurdî de , gel birrek peyvên din jî, ku têne dîtin weku peyvin Erebî.
Çima?
Ji ber ku ew peyv bi tîpên- yan bi pîtên- latînî têne nivîsandin ji aliyekî ve. u ji aliyekî dî ve, ew peyv  gel hevokna jî, li ser zimanê kurda bi kar tên bi rihetî, çi ji alî gotinê-axaftinê-  be, çi ji alî nivîsandinê be,
 belkî ya bihtir giring ewe, ku bihtirî van peyvan di keltûr u edebyat u dîroka kurdî… ji hemî aliyan ve, bi kar hatiye u bi xurtî jî, nexasim di xebat u bizava keltora olî de.
Ji ber ku ji 14 qerna ve kurd misilmanin weku olvanî, u di keltorê xwe de jî…
Belkî kesin bi bêjin : berî misilmaniyê kurd Zaradeştî bûn, çima na vegerin ola xwe yî Kevin?!
Pirseke…!
  lê gelo, ev pirs keltoriye, yan siyasiye?
Di peyre,  gelo heta çi radeyî ev daxwaz bicî dibe dinav kesên hê xwe misilman di bînin ji kurdan  u ew gelekin  belkî bihtir ji  70%?.
 u vê daxwazê di bînin dijî heqê wan,   u ya bihtir bi rol,  kar bivê daxwazê nakin u dibe çilîqek nû -gel pir çilîqê ku milet ji hev dixin…!
Li gora ku ez dibînim, gereke mirov ji dîrokê pir serpêhatiyan wergire… div ê dema kurd derfetekî li pêşiya xwe dibînin  jibo berû bi mafê xweve di çin,gereke em ne li keleman bi gerin,
 belkî gereke li kiriyarê sereke bi xwedîbin bihtir.
Ji bo armancin siyasî rihê yekbûnê ji hev ne êxin…
Yek ji kiryarê siyasetzana ye-yan bibêjin siyasetvana-( biser ku dibînim gereke herdû peyva ji hev cuda bikin) :
1- Siyaset van, belkî ku bibêjin siyasetkar baştir be-  ango kesê bi siyasetê mijûl dibe, ji xwere kiriye kar,
2- siyasetzan : kesê jêhatî  be di karê siyasî de, di karê rêberiyê bike di warê siyasî de.
3- siyasetmedar : dibînim peyveka ne greke, eger rawestînin  di keltorê siyasîde,  di bînim baştire,
 ji ber çuqas peyv li gora gerekîyê bin, bihtir zelaliyî didin, u mirov ji wendabûnê xilas dibe.
Yan jî berê ziman dikeve şêweyek edebî u şê,r….- weke zimanê Erebî, u di zimanê zanistiyê de lewaz di be.
Dido-
Birrek nivîskarên ku bizmanê kurdî berhemên xwe di nivîsin,hurmetê ji kar u keda wanre digirim, belê ji mafê xwe jî  dibînim, eger têbînna di  derheqa wande bibînim:
1-dema berhemên wan dixwînim , ne lihevhatîne, ji aliyê ku, peyvên zaravî têde pirin,
 peyvin ji hovehatî-weke kurd dibêjin- di berhemên wan de pirin, weke mînak. Ji gotin u peyvê ku dibînin Erebînee, yan Turkîne, yan Farisî ne …
bi wan  karnakin. u peyvin ji zimanê latîna, xwedî dikin, belkî carna peyvin kurdî jî hene lê pê nizanin, di revin peyvên xerîb,
 bi rayamin ev karekî dûre ji keltûriyê, belkî bihtir karekî siyasiye, u ne bi mefaye jî…jib o zimanê kurdî…!
Dema nivîskar- kîbe- di nivîse, gereke dibala wîdebe ku miletê kurd u herkesê bi zimanê kurdî di zanê, belkî van berheman bi xwînin, wê çawa bixwînin dema bizaravê devera nivîskar bi tenê be.
Yan jî peyvên ku ev bixwîner nizanibe…hindek zehmetî divê, belê kesê di xwaziê bibe nivîskarekî bi mefa ,gereke vê zehmetiyê bibîne.
Ta gotarek dî. di xêr u xweşîyê de biminîninn.  
………………………………………………………………………

*ne zimanzanim. belkî zanim hindekî bi xwînim,. Bi hêvîme ku limin bibûrin u bi spasdarî jî şaşiyê min raber min bikin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…