Serkewtina civata fereh ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Pêkanîna armanca gelê Kurd li Sûriyê nêzîk dike .

Dr. Ebdilmecît Şêxo*

Mîna tête zanîn ku kongira Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26-27.10.2011 ê de li Qamuşliyê li darket û bi serket. Encûmena me bi awakî rexberî; rêxistinî û siyasî têkoşîna xwe kir . Ez di vê baweriyê de me ku Encûmena me di warê rêxistinî de xebatek baş kiriye ;ewê kanî bû bi çar partiyên din Kurdî û bi hin (Hevrêzên Xortan) re ;yên ku ne di çarçewa Encûmena me de mabûn , têkelî bikira û di encama hevdîtinên erênî de ,ew hemû mîna endamên (Encûmenê) hatin pejrandin.
Hemî rêxistinên siyasî, (Hevrêzên Xortan) û endamên serbixwe bi hev re û bi şêwakî  aştiyane di şoreşa Sûriyê de amede bûn û hîn jî ewanan çalakvan in . Bi ser vê de jî ; roj ji rojê (Encûmenên Tayî) li bajar û bajarokên Kurdî ava dibin û  di bin sîbera Encûmena Niştimanî  ya Kurd de xebatên xwe didomînin.  
Li aliyê siyasî  de jî; di hundir welêt de (Encûmena) me û di nav wê de (Hevrêzên Xortan)  xwepêşandanên aştiyane hema hema li hemû bajar û bajarokên Kurdî ; Qamuşliyê,Amudê , Dirbasiyê, Kobaniyê ,Dêrîka Hemkê  ,mixabin ji ber sedemên taybetî,  carekê tenê  li Efrînê û li  hin deverên din  çê dikin û hilweşandina rêcîma Sûriyê dixwazin û di van xwepêşandanan de gelê me hin  pakrewan jî pêşkeşî azadiya Sûriyê kirine . Li aliyê siyaseta  derve de;  komîta pêwendiyên derve bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê têkeliyên siyasî bi hêzên Sûrî yên rikber re dikin, endamên komîta derve li komcivînên rikberên Sûrî de li Qahîre , li Istenbulê û li Tunisê beşdar bûn û li ber ronahiya biryarên kongira xwe hevpevîn û diyalog bi hêzên Erebên Sûriyê re kirin. Lê mixabin ta niha hêzên Ereb yên rikber nexwastin mafê çarenûsî yê gelê Kurd di çarçewa Sûriyê de nas bikin.
Bê guman sedemên helwestên wan yên neyênî ev in ;1-Ta niha hêz û pir kesayetiyên Ereb xwe ji giyana riçperestiyê rizgar ne kirine.2- Turkiyê jî roleke serekî, neyênî di helwesta (Encûmena Niştimanî  ya Sûrî de)dilîze .
Herweha jî cerkî şoreşa Sûriyê ya aştiyane ji 15.03.2011 ê de  destpêkiriye; bi awa û navgînên zirze û zivrezengî pirtirî 12000 hezar mêr,jin zarok li pênavî serbestiya gelê Sûriyê pakrewan bû ne,bi ser vê de jî ,dîsan bi deh hezaran hemwelatiyên Sûriyê  awere bû ne ,lê rêcîma xûnvexwar hîn jî di xwînherkandinê de berdewam e, ewê ne biryarên (Encûmena welatên Erebî) û ne jî yên (Dewletên Navnetewî) bi cih anîne û ewa hîn bi hemû hêzên xwe yên asayêş li dijî miletê xwe bi sersamî  şer dike .
Di sîbera vê rewşa kambax de (Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) civata  xwe ya ferh bi beşdarbûna pirtirî 300 endam di 21-22.04.2012 an de dîsan li Qamuşliyê bestand . Di sebaret siyasetê de ; Xala herî giring di civatê de ev bû; ku hemû endam, bê awerte biryarên kongira me, mîna mafê çarenûsî ji gelê Kurd re di çarçewa Sûriyê de wek bernameke stratîcî çespandin. Lê di rexberî vê bernama stratîc de, civata me bernameke siyasî  bergehî bi 13 xal û biryaran dupat kir. Armanc ji vê bernama bergehî û ne hemdemî ev e; ku Encûmena me bê astengî û bê buhaneyên hêzên rikeber kanibe bi hêz û kesayetiyên Ereb re bighîne encamên hevbeş û kêrhatî .
Lê di warê rêxistinî de;Ji ber ku hejmarên partiyan û (Hevrêzên Xortan) di (Encûmena) me de pirtir bûn ; lewra jî endamên komîta bicihanînê (tenfîziyê) bi vî rengî pirtir bûn .!- (30) endam ji partiyên tevgera  Kurdî,(30)  endam ji kesên serbixwe, (10) endam ji (Hevrêzên Xortan)  (5) endam ji jinan.    
Lewra ez jî di vê baweriyê de me  ku (Encûmena) me  gavên  pir hişmendî ,siyasî , rêxistinî di riya xebata netewî de avêtine û ev gavavêtinan di rêjeya stratîciya tevgera gelê Kurd de ye û bicihanîna daxwaza gelê me ya rewa nêzîk dike .

* Endamê komîta bi cihanînê (tenfîziyê)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…