Ta ku em Diya Ciwan ji helbestê bê par nehêlin.

Xalis Miswer:

Birastî, dema rexne di warê wêje û helbestê de tunebe, wê wêjevan yan helbestvan tu gavên resen di gastînên wêjeyê de navêje, û wê di qalibekî hişk de asteng bimîne, ji ber wilo min got û dibêjim jî ku, divabe çi wêjevan çi helbestvan û çi çîroknivîsbe, hukmê rexneyê li ser xwe bipejirîne, û tucaran xwe di ser rexnê re nebîne, lê gereke rexnevan jî xaniyê wêjevan bi timametî nehirifîne, hinek riya çûk jê re bihêle û riya pêşketinê liber wî veke û jê re bibe rêber û çav û gav.
Vêga dema min malpera welatê me vekir, Bala min kişand rexneyeke li ser helbesta Diya Ciwan di malperê de hatibû weşandin, ji ber wilo di vir de ezê nerîna xwe li ser hin gotinên rexnevan ku di derheqa xweşxaneya Diya Ciwan ya bi navnîşana (derzî) de hatiye, pir bi kurtayî bidim xuyakirin.
rexnevan ji xweşxaneya bi navê / derzî/ ev rêzên ha bi tenê hilbijartine û li ser lêkolîn kiriye: 
“Vê derziyê çi kiriye û çi nekiriye, bi vî qelafetê biçûk karê gêsnekî kiriye”…….
Dûvra rexnevan pirsdike û dibêje: (Karê derziyê û yê gîsin berevajî hev e yek cot dike û yek dirûnê dike. Lê çi girêdana herdûyan di nivîsa “Diya Ciwan” de heye?).
Rexnevanê hêja careke din di vir de dibêje: Ew bi xwe (Yanî Diya Ciwan) li ser gotinên vala diaxive û ji bîr dike ko gotinên wê bi xwe jî vala ne.
Bêgûman ezê mîna xwênerekî bersiva vê gotinê pir bikurtayî bidim, gelo karê gîsin û derziyê berovajî heve weke rexnevan dibêje… yan di karê wan de pir wekhevî peyda dibe. Belê têxuyakirin ku, ev gotin şaştiyeke mezine di mafê helbestvanê û xweşxaneya wê de hatiye. Ji ber ku evna şêweyeke rexneyî bi rengekî pir hişk hatiya bikaranîn, û helbestvan di cihekî xirab de birîndar dike, ez nabêjim jî ku xweşxane asta wê pir bilin de di warê hokarên helbesta nûjen de, lê ku em weha bi nerînek rexnesazî lê binêrin, wê demê emê tabloyeke kelepûrî pir zengîn di vê xweşxaneyê de bibînib, û girêdanek mezin jî di navbera gîsin û derziyê de bibînim. Li vê de jî, ezê vê girêdanê bitenê di van wêneyên ha de diyar bikim. Mebesta min jî jê ne ewe ku, ez rexnevan asteng bikim, yan berevaniyê diber helbestvanê de bikim, lê mebesta min jê ewe ku, li gorî zanebûna xwe rastiyeke zanistî derxim wê holê. Girêdan jî di navbera gîsin û derziyê de van di van gotinên li jêr de dibînin.
1 – Gîsin û derzî herdûk ji hesin hatine afirandin
2 – Serê derziyê û yê gîsin herdû bi yek alî de tûjin, û karê bi wan dibe bi serê wan dibe.
3 – Herdûk (derzî û gîsin) karê xwe li ser gastîn û pahnaveke rast(مسطح) berdewam dikin, yek li ser pehnava erdê, û ya din li ser pehnava caw.
4 – Gîsin bi xetên xwe riwê erdê nîgar dike, û derzî jî riwê caw nîgar dike, û kurd ji cotkaryê zane û jêhatî re dibêjin: Tereso çawa riwê erdê neqişandiye!. Bi vê mebestê Diya Ciwan çê li derziya xwe dike û dibêje:
Dema derdorê vî cawî nîgar dike
Deşt û beyarên jiyanê tev coht dike
5 –  Gîsin alavekî çandiyêye, û deryê birçîbûnê bi encama vê çandiyê li xwediyê xwe didrû, weha jî diya ciwan bi derziya xwe devê birçîbûnê didrû û xizaniyê bin ax dike.
Min bi serê wê yê zirav
         Devê birçîbûnê dirût û
                   Xizanî bingor kiriye
    
Di firêza – min….devê birçîbûnê dirût de, wênyeke nûjen hêja peyda dibe ku, helbestvan ji warê arazî ber bi warê matreyî ve diçe, ango birçîbûnê mîna mirovekî bi dev û diran dike.  Dawî dibêjim divabe ku rexnevan pir li peyvên xwe guhdarbe, û bi diqet li derve û hundirî rêzên helbestî binêre ta ku mafê helbestvan bi rast û ronî bidyê û pêkbîne.
……………………………………………………

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…