Cejna rojnamevaniyê

 Selam Darî 

Tîrêjên roka 22nîsanê sala 1898z xwe tavêjin esmanê Qahîre.
 Bayeyekî sivikî hênik , ji rojavayê bajêr bi nermayî xecxecok û nefelên nû bişkivî di hejîne.  Ahengek  hunerî ji awazan bi deng  şalûl û bilbilan li dare . 

 ҫemê Nîl jî guhê xwe pêl dike , hêdî hêdî  di herike , mebesta wî ewe :vi bûyerê pîroz bibhîze ,û têkiliyê Misr û Mîtaniyandi bîra xwede tîne ,dema xatûn Nefretîtî li perava ҫêm distira û dinuhirand.
 Bi dilgeşî Mîr Migdad Midhet Bedirxan berê xwe dide ҫapxaneyê li Qahîre . bê guman serxweşe bi bîna buharê . ji ber ku soz ji ҫapxaneyê standiye , bi derxistina yekemîn jimar ji rojnama (kurdistan). 
 Erê ev roj pîroze û taybetmendiyek wê li nig gelê kurdan heye.Bi weşandina rojnama (kurdistan) jiyanek nûjen bo kurdan destpêkir ,ji ber ku gava yekemîn bû ,ser riya ҫapkirina :bîr ,bawerî ,wêje,  floklor , dîrok…………………û hd.      
Ev rojname bi zimanekî kurdiyî hêsan û xweş hatiye nivîsandin , bi zaravê Behdînî ,û ji ҫar rûpelan bû, her du hefteyan  carekê derdiket , û bi tîpên Erebî ҫap dibû .
Jimarên rojnameyê
Jimarên:1 ta 5 li Qahîrê .
Jimarên 6 ta 19 li Cinêvê .
Jimarên 20 ta 23  dêsa li Qahîrê .
 Jimara 24 li Lundenê .  
jimarên 25 ta 29 li Folkstonê .
jimarên 30 ta 31 li Cinêvê . ev herdû jimar ji hêla şefîq Beg biraderê Miqdad hatin ҫapkirin . 
Bîranîna salvegera cejna rojnamevaniya kurdî , di demekêde hatiye ,ku buhara şoreşên gelên rojhilata navîn li dare.
Ev şoreşên ku mîna babîsokê ,her tiştî li ber xwe di bin .gohartine mezin di hîmên civakêde di kin .gelek rijêmê diktator  hilweşandin, û hêjî hewl didin ,ku bermaya wan rijêmê sitemkar  tewa bikin.
Û îro li Sûryê jî ,şoreş li seranserî welêt belav bûye .ûgel nema di tebite , û ti hêz ni kare vê raperîne bi westîne .ji ber ku ev serdema azadiyêye , serdema rûmeta mirovaye .
Di vê roja pîrozdede , daxwaza min ji hemû nivîskar û rojnamevanan heye ku pênûsa we tîpê şoreşgeriyê binvîse. Hemû berhemên we doz û daxwazên gel ber bi pêşeve  bibin,da em bikaribin hoşyariyeke civakî, polîtîkî saz bikin,û civaka kurd big hênin asteke bilind.
Hoşyariyeke nûjen li gori ramanên şoreşê peyda  bikin .

 Mina : Wek
 hevî, dadwerî, mafên   mirovan, rûmeta mirovan …..û h d.
.- Bi gelemperî guhertineke xurt di hiş û ramande divê
– Lê mixabin di  roja îrode , berҫave ,ku alavên rageyandinê wek : Rojname ,radio , kenalên televizyonê ,malperên enternêtê, rêbaza xwe li gorî bercewendiyê partiyan ava kirine .
Ev rewşa dijwar ku rojnamevanî têre derbas di be, cihê metirsiyêye, ji ber ku partiyên tevgera kurdî jî ,zayîna malzaroka van rijêmên diktatorîne .
Di baweriya min de gereke straticîka rojnamevaniyê ser van xalan ava bibe:
1- guhestina nûҫe bi rastiya wî , û wek ku ҫêbûye , bighêje xwendevan û bîneran .
2- êş û azarên gel şirove bike , û bi kari be , riya ҫare serkirine jêre peyda bike .
3- armanca wî kurdayetî be, ҫandeke nû belav bike da mirov şanaziya xwe bi kurdewariyê bike ,ne bi partiyê û serokê xwe bike .
4- bandora wê ser hoşyariya gel hebe ,û perwerdeyek durist belav bi ke.
Ev karê giring ,kadirekî jîr û ҫalak di xwaze , bi vî rengî rojnamevanî wê bibe (Mamustayê gel)û, rojnamevanî dighêje giringtirîn karê xwe.
-dêmek rojnamevanî bi ҫalakiyên civakî , polîtîkî , perwerdeyî ,û eydiyolocî dirabe . û ha renge  pêşxistina hoşyariya gel , û avakirina kesayetiya mirovan û pêşxistina wan .
Dema em biҫûkbûn xewnê me mezinbûn, lê dema em mezinbûn xewnê me biҫûkbûn!
Herê di zanim ҫima, ji ber ku viyana me mirandine.
Gelê min:Te ji bîr kiriye ku, pirê roj hilatanavîn dibin siya ala te de jiyan dikir. Û siwarên te sînorê vê herêmê di paraztin , ҫi bêjim îro heûna te tine dikin .
Di bêjin:tu mêvanî di vî welatîde,ji ber ku hebûna te ne berҫave, û hêza hebûne te nîne .
Vêce li herêmeke kurdê Ereb te bi nav dikin , yan tu Tûrkê ҫiyanî jî tu Farisî.
di dawiyê de :Divê baweriya me biviyana gelê me bê,û gel bibe neynika me.
Bibe kesekî bawermend bi tevgera gelê xwe, ji warê koleti yê derkeve.
Bi hevre em tevlî avahya civak û welatekî azad bibin .
Boyî jiyaneke tijî evîn .
Her der geşbe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…