Welatê min

 

    N.Beyro

Welatê min çi xemgînî
Li ser te ax û fîxane
Sirûdek bê dil û jînî
                                  Vedenga wargiha jana
Şemal û finde bajaran
Dikir ronî sedê salan
Di reş tarî de tu mayî
                                   Siya poşî ji wêrane
Xwerist  şînî çi pir şengî
Tu navdara xudan dengî
Di bakir ma heya kengî
                                    Fîxan û qîr û halane
Çiya û deşt û zozanî    
Şikêr û bax û bistanî
Sulfa û avser û kanî
                                   Mixabin bê xwedî mane

Çi pîrozî lê bindestî
Li ser lêvan çi xweş ristî
Xwedawendan ne parastî
                                   Tu maî nav pîl û fermane

Beyar û gund û bajarî
Kulîlk û lal û gulzarî
Feraşîn û ber û darî
                                       Ji xelkêre neçar mane

Buha xakî perîşanî
Bi zîv û zêr û samanî
Cî û warê bê waranî        
                                  Ji  nandozanre  seyrane

Sila yezdan li ser rêj bû
Wekî mestan dîn û gêj bû
Ji lew şev tari dirêj bû
                                  Şeveq nadê li ezmana

Çi nankore mirovê nû
Diya cûdî û nûhî tû
Kesek nadê ji bo te rû
                                     Ji bo zarên xwe erzane

Tu xweş ristî li ser zarî
Ji bîrnaçê bi yek carî
Ji naçarî dikim çarî
                                     Mi can îro bi qurbane  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...