Remmo

  Xelîl Omar

Remmo lawê Zerga ye,bavê Fettah e,xwediyê simbêlên boyaxkirî
û kofiya sor e. Remmo mirovekî girs û bi dar û ber e,deng qube û
kenn bêlî ye.Bi kevirê qewetê bê himber e û çi barê giran hebe,bavê Fettah jê ne bêpar e û pîrekên gund di vî warî de zor jê razîn e.Lê zilamên wan negellekî jê re merovan in û di pish re-ji
çavnebarbûn an jî ji bêbabvî-jê re dibêjin”tirr li hewa”,çimgî rebeno

carekekê di bin barê Zubêda serpêhatî de”ba” ji ber çû bû.
..Du ti,t ji bîranîna Remmo naçin;ya yekemîn roja ko tê de zewicî ye,ya duwim roja ko tê de çû ye eskeriyê û tê de bûye peyê ceneral Hikmet pa,a û hinnerên xwe û yên “zabit” bi dehên caran bi ber guhên dost û gundiyan xistiye û xuyaye wê çûna wî ya Binxettê wê jê re bibe bîranîna sisyan.
* * *
Dawiya Buharê ye,serê sibehê ye,bero,a ,orbê li ser tifikê ye û zarok li dorê didin çirrivitkan.
-Hundur bi goriya ji derv e be;belkî tu jî ji xwe re dakeve Binxettê,dibêjin li wê derê havînî kar zehf heye!Diya Fettah got û bi qerpalkî rahi,t bero,a nîskê û ew danî Erdê.
-Tewkelî bi Xwedê,ezê dakevim Binxettê,lê tu nasên min li wê derê nînin û dibêjin 3exo Koro kirya derbaskirina sînor bi qaçaxî buha kiriye,çi ye neçi ye,xwedêgravî bertîl lê zêde bû ye!Malxwe li Xanimê vegerand û bi kulma xwe pîvazeke mezin pellixand.
-Ji alî kiriyê de,t`u tu xemman nexwe,Ezê ji te re peran ji Emîna Misto deyn bikim û ji alî nasan de,t`u ji min re naçe çîn û maçînê!..
Binxet gavevek e û xelkên wê,ew jî wek me kurdin û zimanê me yek e!.Jinikê dilê mêrikê ko wê bi çol û pola keve xiste cih.
.
* * *
-Bismella alrehmani alrehîm Ev çi..kiye!?Melle navqetadî got, pi,tî vêxistina çira mizgeftê ji bo azana sibehê.
-Ezim Xoce!Mirovê wek bertela,kî lê vegerand û çengbû ser xwe.
-T`e xêr e,t`e hewal e pismam,t`u wisa li mizgeftê razaye?Melle ji”mêvanê mizgeftê” pirsî.
-Bi rastî Xoce;cih ji min re nebû ko ez lê razêm û ji mizgeftê çêtir min nedît!Remmo bifedîbûn got û hinekî serê xwe berra ber xwe da.
– Ne xem e,Xwedê mazin e!Rabe ji xwe re destlimêj bigre û wa missîn li dera hanêne!Melle got û bê vir de û wê de,xwest berê mêrikê bisulman bede qublê.
——
Navê te ji îroj û pê ve Luqman e û navê bavê te Re,o ye û va min sûretê te li “xiracqeyd”-ê xistiye bi mohr û nemze.Eger dewriya derekan an Heccanan li we rasthatin û ji te pirsîn “3û ismek?*an “3û isim ebûk?”**; Nebî nebî tu navê xwe û bavê xwe yên nuh,t`u ji bîr bike.Muxtar mirikê serxettî liberxist û “xracqeyd”-a bi navê mêrikê mirî da destan.
-Na ezbenî ji vî alî de pi,ta te min rast be?Eger dewriya cendirman hat û ji min pirsîn 3û ismek? Ezê bêjim:Benim Luqman!. Remmo got û bi ji xwe razîbûn destê xwe avêt kofiya xwe û hinekî ew nêzîkî buruwên xwe kir.
-Te xwelî li serê min kiro,benim menim tunne ye!Divê tu bi erbî li wan vegerîne. Muxtar mêrikê “jîr” liberxist.
-Pek ma ew jî bû mirin,ra lê nabe!.Ezê bêjim ismek Luqman û ya din çi bû rehme li bav?Remmo ji yê pî xwe pirsî.
-Ka bîst caran bibêje “ismî Luqman û isim ebûye Re,o”!Muxtar ji mêrikê Omerî xwest.
-Gelo wê “himaltî” li cem Axê we peyda nebe?dibêjin du “Derrasên”wî hene?Remmo pi,tî bist carên lêvegerîna “ismî Luqman” ji ewê ko çaydanê çayê himêz kiriye pirsî.
-Xuyaye tu mirovekî “elberekê”-ye***û pi,tî derza “ismî û ismek”,derzek e dîtir ji te re divê. Biner pismamê delal!Axê me mirovekî zor t`ummaye û Ezê ,îretekê ji bo Xwedê li te bikim:Gava tu pê re bazara xwe bike,t`u tu caran kêmî nod”weraqî” qebûl
neke!Lawê Hezarê serê mêrikê “nuhgeldî” dagirt û pê re qideha çayê ya sisyan ji xwe re dagirt.
* * *
-Navê te bi xêr?Axe ji mêrikê xerîb pirsî.
-Navê min Luqman e ezbenî.Bavê Fettah û Fethiya lê vegerand.
-Çi derew!Navê wî Remmo ye?Yê Qehweçî rû,u,tî di devê wî de got û fincana qehwê da destê Axê xwe.
-Rast e ezbenî;navê min li Omeriyan Remezan e!.Mêrikê “Cinatî”**** lê vegerand.
-Law Remmo,li gor min bihîstiye:Halê te tenike û komeke izzûr û
pizzûr di hustê te ne.Ezê mehê sed “weraqî” bi te dim!Axe bazara xwe kir.
-Apo gotina te bi ,ekir be û li ser serê min;lê wek te got komek zarok û diya wan çavên wan li vegera min e û ji bo wilo;Welleh ez nidikarim kêmî nod bankenotî qewlê xwe bibirrim!Bavê neh zarokan wî jî ,ertê xwe da xuyakirin.
-Nod ..nod.Ez nikarim gunhê wan û te di hustê xwe xim.Axe bê firk û pê, ,ertê bavê lêwik qebûl kir û di bin simbêlan re bilatim mizicî.
* * *
Rojeke derbasbû,deh roj derbasbûn,meheke derbasbû û bi ser mehekê ket û wextî mûsim ji dar bikeve û tu dewrî nehat û tu mewrî nehat û Remmo jî ji vî alî de guhê xwe dînckir û nema bawerdike bê kînga vegere gundê xwe û lingê xwe li ber sîka dîwêr rade û zarok û mirî,kan ji dor xwe bi dûr xe û tasa dewê cemidî ji destên Xanima xwe bigre û bi ser lêvên xwe de dake.
Rojekê Ro liber ava:
-“Le hon wila,,û ismek”*****?Serokê dewriya derekan bankir xwediyê kofiya sor.
-3û ismek?…3û ismek? …Welleh yabo heq e.Te got ,û ismek?..
Welleh yabo heq e.Remmo kete hev û kir nekir ko navê wî yê nuh
bê bîrê,qet nehat bîrê û her ma di ber xwe de dike niçe niç û dibêje Welleh yabo heq e.
*Navê te çi ye?
**Navê bavê te çi ye?
***Ne jîr e.
****Were vir,navê te çi ye?

*****Gundeke li serxettê ye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…