Zimanê kurdî mertalê parastina hebûna kurdî ye

  -Ziman ew alava ragihandin û têgihiştinê di navbera mirovan de ye.

Her netewek di cîhanê de xweda zimanek jê re diyarî kiriye, em jî wek netewa kurd , zimanê kurdî bi zarav û peyvên xwe yên zengîn diyariyeke pîroze ji bo me , tovê heskirina wê ji dîroka mîtanî û mîdiyan ve di dilên me de hatiye çandin ,tîpên wê yên zêrîn jê re bûne cangorî: Miqdad û celadet û cegerxwîn.
-Ev sedê salane dijmin xwestiye hebûna me hilweşînê, jêder,rojname û pirtûkên me şewitandin ,dîroka me veguhartin,malên me talan kirin, gelê me penaber kirin, ez çi bêjim û ez çi nebêjim, lê bila em tev zanibin ku tu caran nedikarîn zimanê kurdî vemirînin.

-Heger zimanê kurdî nema , kurd jî neman, çîrok û dîrok û dîlana kurdî jî nema, ey reqîb û ala rengîn jî nema, zendevista û newroz jî nema, lê em hene, em miletin xwedî xak û zimanin , ango em mirovin, mafê me di cîhanê de heye ,divê  em bistînin , û divê em werin pejirandin wek miletekî xwedî ziman û nasname û dîrok.

-Gelê hêja ,bi taybet keç û xortên ciwan:
Rabin hişyar bibin derenge, bixwînin û binivîsin,geşkin şoreşa çand û ziman, bigirin rêka mala BEDIRXAN, dest bi dest , bi yekîtî û biratî , bilind bikin ala kurdan û bi hev bêjin :
 Her bijî Kurdistan
 
    Bizava ciwanên Girkê Legê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...