Barê zana ..li milê nezana

Xelîl kalo

Ji mêj de ev gotin hatiya  bi karanîn û cîbecîkirin ser destê kotekan û bê wicdanan , ji wan şahînşah , mîr û serdest û xanedan û bijartiyên wê çandê , ji lewma jî dibêjin ku dinya ser milên feqîr û hejaran  hetiya avakirin ,û heta roja îro jî ev kar , çanda kotekî û keysbazî berdewame . hin pê diçine jor û dibin xwedî mal , nav û tac , .û hin dimênin  jar û êzingên jiyanê .ev felsefa û nîzîkbûna mirovan di gel hev vê ne wekheviyê û arîşên herî aloz di dinava civakan de di afirînin û di bine sedema herî mezin bi paşketina wan de , û dibe egera ne tebatî û ne hedana dinya  mirovan bi tavayî .
Em kurd jî heta roja îro derbdayî û ketiyê vê çandê ne, her weke ku em dibihîzin yan jî di bêjin ku em li ser hev wekî gel û millet xwedî dozekê ne yan jî çarenûsa me digel heve , lê li ser erdê û di kar û xebatê de ew gotina  ku li jor me gotî ne rast tê bi karanîn û bi awakî dîtir û berûvajî tê bikaranîn û jiyana meyî kurdewarî bi rêve na çe weke tê xwestin .eger rewşa me ne bivî awayî berdewam bûbane , wê halê me ne bê pirgal û paşketî bane, û em jî  weke gel û netewe di rewşeke baştir debane . ev nakûkî û aloziyên exlaqî û wicdanî wê ne çand û rêbaz bane ji bijartî û serwerên mere . hingî merov di karîbû bibêje ku egera sereke ji paşketina mere xelkê xerîbin û ji ber hêz û zordariya wan ,lê ev şîrove û texmîn heta radeyeke bilind ne raste .ji ber hemû tişt ber çavin û nayên veşartin di karê meyê rojane de .niha bijartiyên me kurdan wicdanê wan ne zelale û ne gelekî xembarê gelê kurdin  , pirê wan tenê yên berjewendiyên xwe ne û barên xwe di dine ser milê feqîr û hejaran bi navê netewê  û lawîniya xwe dikin ser êş û azar û hêviyên wan bi navê doza kurdewarî .

Xelîl kalo

19.04.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...