Ûsivê Hersan Nivêsakarê HAWAR ê yê dawî ye

Husên Ehmed
Werger ji zimanê Erebî: NEWROZ *

Amûda bavê Mihemed, Amûda ku bi agirê zikreş û kîndaran di dîroka xwe ya nûjen de bêtirî carekê hatiye sot û wêrankirin, rojekê ji rojan, serê xwe ji dijminên rastiyê re ne tewnadiye, sitem û zordestî ne pejirandiye, her û her wê li ber xwe daye, herdem, beşdarî di xebata netewî, wêjeyî, çand û zimanê kurdî de kiriye.
   Amûdê, vî bajarokê bi gewd û qilafetê xwe biçûk, lê bi dan dahênanên xwe mezin. Amûda çavreş, gelek lehengên netewî afirandine ku, di warê xebata netewî de bûne stêrkine geş û bi ronak, bûne mûm û find, xwe şewitandine û riya gelê xwe ronî kirine. Yek ji wan lehengan, ÛSIVÊ HECÎ HERSAN e, yê ku 71 salî di ber doza gelê xwe ya dadmend û rewa de, kar û xebateke bê westan kiriye.
   Li gundê Sêmitika Newaf, yê nêzîkî Amûdê, sala 1918-an ji dê û bavekî kurd ew ji dayik bûye. Dê û bavê wî, hêj berî danîna sînorên Sûriyê ji gundê Darê hatibûn gundê Sêmitik.
   Ji biçûkaniya xwe ve, Ûsivê Hersan, bi derd û êşekên gelê xwe hest bû, bi lez û bez, barê kurdewariyê hildigre ser milên xwe û dest bi têkoşênê dike. Di rêxistina Xoybûnê de ya ku di 28/11/1927-an de hatibû damezirandin û Dr Ehmed Nafiz birayê Dr.Nûredîn Zaza  rêvebirya şaxê Cizîrê dikir, dibe endamekî zîrek, milê xwe dide milên xebatkarên kurd ên navdar mîna
Osman Sebrî, (Qedrî beg, Ekrem beg) lawên Cemîl Paşa yê Diyarbekirî, Hesenê Dêrikî, Reşîdê kurd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj…û hwd,  dest bi karê rêzanî dike.
   Sala 1935-an, li rex xebata xwe ya rêzanî, Ûsivê Hersan dest bi xebata çandî jî dike, gelek berhem û gotaran di kovara Hawar û Ronahî de ewên ku Mîr Celadet Bedirxan sala 1932-an li Şamê çap dikirin, weşandine.
   Di gotara xwe ya bi navnîşana ” Gelo Izrayîl dijminê kurda ye?” li ser derd û tewanbariya li gelê kurd seranserî Kurdistanê dibû nivîsandiye. Herweha, wî bi navê xwe yê eşkere gelek gotarên rêzanî di kovara Stêr û Roja Nû de, yên Mîr Kamîran Bedirxan li Bîrûtê çap dikirin nivêsandine.
  Ûsivê Hersan, li gel nivîskar û rêzanên kurdan yên mîna Mele Hesenê Hişyar, Qedrî Cemîl Paşa, Ebdurehmanê Eliyê Ûnis, Ekremê Cemîl Paşa, Dr.Ehmed Nafiz, Arif Abas beg, helbestvanê navdar yê ku ” Agirê Sînema Amûdê” sala 1962-an nivîsandiye(Mele Ehmedê Namî), Cegerxwîn, Reşîdê kurd û Osman Sebrî…û hwd, ta sala 1940 î, xebata wêjeyî berdewam kiriye.

Piştî ku parta demokrat a Kurdistan li Sûriyê sala 1957-an di bin bandora geşbûna xebata netewî li kurdistana rojhilat û başûrê kurdistanê hate damezirandin,  Ûsivê Hersan dibe endamê partiyê û di ber doza gelê xwe de kar û xebatê berdewam dike. Di vê riya tev rêl û kelem de, gelek cefa û eşkenceyan dibîne…
    Hêvî û omîda me ewe ku xwedê temenê vî xebatkarê me yê hêja dirêj bike, zanyariya nifşê me yê nû bi ezmûn û şîretên wî dewlemend bike .
———————
Têbîn:

Min ev zanyariyên jorîn ji devê apê Ûsivê Hersan bi xwe girtine, eger şaşîtî di wan de hebe jî, ez lêbûrînê dixwazim, çimku ew vedigere sedema kalbûna wî.
———
* NewrozHejmar (71)   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…