Yekîtiya nivîserên Kurd – Xeleka yekê

Berzo Mehmûd

1. Ronîkirinek li ser Awayê avakirina yekîtiyê

Nerîna me di awayê avakirina yekîtiya nivîseran de ew e ku pirose li ser bingeha hilbijartinê pêkwerê da ku mîzac û bîrûbûçûnên keseyane di vê avakirinê de kar nekin, û em nekevin nav tevina nakokiya bêtam û bêmifa. Ji ber wilo jî piştî danûstandineke dûdirêj, me çend nivîserên Kurdê Sûrî dît ku Qamişlo bibê hem şax û hem navend, û her bajarek wek (Dêrikê, tirbespî, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Derbêsiyê,  Serê kaniyê, Kobanê, Helebê, Efrînê, Şamê) bibê şaxek.
Bi vî awayî dih yazde şax (firi’) ava dibin ku her şaxek desteka rêveberiya şaxî (الهيئة الادارية الفرعية) têde tê hilbijartin, ku li dawî, piştî ku hilbijartinên şaxane الانتخابات الفرعية  tewaw bûn, dê ev destekên şaxî hemî desteka rêveberiya giştî الهيئة الادارية العامة di kongir de hilbijêrin, ku navenda wê Qamişlo ye, û erkên wê danîna rêbazên rewşenbîrî û siyaseta giştî ya Yekîtiyê, herweha dibê berpirsê dezgehê bi tevahî, û serperiştiya rêkxistinê dikê li gor erkê her endamekî ji vê destekê (serok, cêgirê serok, nihênîgir, berpirsê pêwendiyên derve, berpirsê pêwendiyên hundur, berpirsê zimanê Kurdî, berpirsê darayî (malî), berpirsê rewşenbîrî …).
Piştî ku hinek ji hevalên me yên derve ev yek bihîstin ku em karekî weha dikin, dengê xwe gihandin me, ku wan nivîseran berî heşt salan, sala 2004an komelek ava kirine, me ji wan re got ku ev komele nabê dengê me, ji ber ku ev komele ne li ser bingeha dengdan û hilbijartinê ava bûye, her ew e ku çend kesan post û erk li xwe par kirine, û sîstima xwe jî li ser internêtê belav kirine û bang dikin, deka werin ji me re navê xwe rê bikin. Baş e, ka hilbijartinên şaxî? Nemaze em li hundurû ne, em hemî li nik hev in, me çi pêwistî bi derve heye? Bi rastî ev komela serkirdeya xwe li derve çêkiriye, û dixwazê bi rîmot-kontrol rêberiya me bikê, heçko nivîser di hundurê welat de nemane. Baş e, ma ev ne kirêt e?? Karekî weha şermî jê dibarê. Ne tenê wilo, ji xwe re çend kesên dûvelank li hundurû danîn bo ku nwêneriya wan li hundurû bike, bê ku nivîseran kom bikin û hilbijartinê çê bikin. Eger hilbijartin çê kiribane, her em naçar bûn em biya wan bikin, rêz û hirmeta dezgehê tê girtin ji ber li ser bingeheke rewa çê bûye, bi dilê me bê yan ne bi dilê bê, nabê em karekî bêrê bikin.

Gelî hevalan, em dibêjin hûn bi şaşî di avakirina xwe de meşîne, yan derfeteke nexweş berê hebû, me hemiya nikarîbû em em karekî rewa bikin, de werin gelî camêran emê pevre yekîtiyeke nû ava bikin. Ber e ew karê di bin rijîma kevin de pêre herê, û ji nû ve emê karekî dirust bi hev re bikin. Ev piroje jî wek me got, ber e hilbijatin yasaya wê ya bingehîn bê, bo ku şaşî hawbeş bê, em kesên dervî komelê (Rabîtê) û nivîserên hundurê komelê pevre herin hilbijartinê û komîta xwe ya şaxî ava bikin, paşê em dikarin komîta amadekaririna sîstima navxwe û girêdana kongir drust bikin. Ev bû du heyv em di vî barî de, em dikin û nakin tiştekî ji wan fam bikin, em ji bilî gotarên devavêtinê pêve nabînin û naxwênin!! Gelo ev li xwe digerin, dikin nakin xwe li nik me nabînin??? Dîsa em nizanin çi dixwazin.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…