EY ŞÊRÎNÊ

Lazgîn dêrûnî

Ey şêrînê      nazelînê
Nû ciwanê   gula zînê

                        Sorgula baxê evînê

Lêv şekirê     rû befirê
Min di kujê  bi awirê
                          Qey ti halê mi nabînê
      
Kezî marin     tijî jehrin
Li ser mila ber bi xwarin
                             Ewin dermanê birînê
 
Du çavê reş     zimanê xweş
Dil aşiqê     wî riwê geş
                             Memê teme were zînê

Gulîzerê        rû fenerê
Weke rojê   di dê derê
                                 Bejna zirav dihejînê

Xeşmê neke    zû dil veke
Barê xema      giran neke
                                Çima wilo li min dînê

Bersiv nadê    bê miradê
Ji min sile       perîzadê
                                Dil û hinav disotînê

 Ketim davê    dikim lavê
Benda veke    gawir bavê
                               Mi hêz nîne bi qetînê

Çare nîne    dil evîne
Şev û roja    mi xew nîne
                              Te bernadim xemrevînê

FERHAD  kanî     wî zemanî
Neqşû huner    bi arzanî
                                 Can fîdakir ser şêrînê

SIYAMENDÊ     XEC li bendê
Bo xatirê      çavê rindê
                                 Di gevizî li nav xwînê

FEQHÊ teyra   mabû heyra
Li ber avû      çem û behra
                                  Wê dîlberê wê evî
 
Gelek mirin    lê ew pirin
Can li ser       dîlbera kirin
                                 Di vê rêde bi vê şînê

Neçêtirim       ez bimirim
Wekî teva      ez bawerim
                                 Nav û dengê min bimînê
24/3/2012 
   lazgin60@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…