Ji Sîver 1920 ta Isnetbolê 2012

Luqman silêman

Xuyadikê îro dîrok xwe divegerînê li ser miletê kurd. Lê cî ne ew ciye û dem ne ew deme û kesjî ne ew kesin tinê pirs ew pirse û arzanî ew arzaniye.

1-Me teva di dîrokê de xwendiye çawe di sala 1920 an de kongirê Sîver li ser pirsa kurdî sekinî û bawer pê anî û mafdayê ku ewjî bibê xwedî maf di nav miletê cihanê de û benda 62- 63- 64- û bi amadebûna berpiesên kurda Şerîf başa yê welat parêz û xwe ne firoş.
2-Medî çawe kongirê muxalefeta Sûrî li Tûnisê bawerî bi pirsa kurdî anî û gotin kurd miletê didoya ne di Sûrîde û mileteke li ser axa xweye.
3-Mexwenidiye ku di sala 1923 yan de çawe ew kesên ku di kongirê Sîverde  bawerî bi pirsa kurdî anîbûn ku wek miletekî li ser axa xwe û xwedî fam û ji mafê wiye ku bibê xwedî welat jê vegeran piştî ku şandekê Kemal Atotirk rabûn li pêşiya kongir axivî û gotin em wek kurd û Turk birayê hevin û em naxwazin ji hev cidabibin û me navê ku em bibin di welatên cida ji hev. Li wir pirsa kurdî hate rahêjtin ji pêşiya kongir û xistin refikê veşartî û derî lêgirtin. Tevlî ku ew kurdê ku li Lozan amadebibûn ne nûnerê kurdabûn û ne hayê kurda ji wan hebû û ne jî kurda ew nasdikirin lê tinê ew hin kurdê xwe firotî bûn….
4- Medî  kongirê Istenbolê 2012 an de çawe  biriyara xwe alîstin ya ku li Tûnisê wergirtibûn ya ku bawerî bi miletê kurd anîbûn wek miletê didoya û li ser axa xwe  û rahiştin wê doseyê û danîn ser refikê û derî lê girtin. mixabin li ber çavê hin ji kurdê wek wan kurdên ku li kongirê di sala 1923 an de amadebibûn ewê ku Kemal Atotirk şandibûn bi navê kurda û heyê kurda ji wan tunebûn û kurd û kurdistan firotin bi arzanî. Mixabin li kongirê Istenbolê cardî hin ji kurda axivin û biriyara kongir ya ku pirsa kurdî avêtin pişt guhê xwe erêkirin. Tevlî kesî ji kurda ew ne kirne nûnerê xwe û ne jî ew bi biriyara kurda çûne Encomanê Sûrî. ta ku herin kongirê Istenbolê. Mixabin kes ji kurda nizanê ew çawe çûne Encomana Sûrî û ew çi hêze ya ku wan di parêzê û li pişta wan di sekinê dijî miletê kurd………..??!!   
Di sala 1970 an de madî çawe Sedam Hisên bawerî dibin devê tivinga şoreşa kurdî ya bi serokatiya nemir Bezanîde anî û pêre li ser masê rûnişt û emzekir li ser mafê çarenûsî ji miletê kurdre li baçûrê mezin. Lê mixabin piştî ku Sedam ber piyêxwe dît ji peymana ku bi nemir Berzanîre emzekirî vegera û Ezîz Eqrawî anî li şûna nemir Berzanî kire nûnerê kurda û şoreş têk çû..
Xuyadikê kesê weka Ezîz Eqrawî û yê wek wan kesê ku li hevyemana Lozan pirsa me bi arzanî firotin hebin û wê pirsê cardî bi arzanî bifroşin………..
Istenbol 14-4-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…