Nexweşiyên takekesê kurd di Tevgera siyasî û rewşenbîrî de yek in.

  Berzo Mehmûd

Rola takekes û Tevgera siyasiya Kurdî

Di jiyana xebata miletan de Tak yan em bêjin takekes, çi jin, çi mêr, bi roleke mezin rabûne, wilo jî karîne xelkên komelgeh bi dû xwe de bajonin û bizaveke hêzdar drust bikin, û wilo gihane armancên xwe. Pêkanîna armancan pêwîstî bi kesên zana û jîr û dilsoz ku hem xelkên dora wî baweriyê pê bênin, û wek rêberekî, miletê xwe bigihênê qûnaxa rizgariyê.
Kurd li Sûriyê ji sala 1953êyan ve û berî vê çaxê jî kar û xebatê dike bo bidestxistina mafên netewî û komelayetî û rewşenbîrî ji gelê xwe re. Dema em li Tevgera Kurdî dinerin. Di nav Kurdên Sûrî de  
Nebûna serdarên dilsoz û zana

1. pirbûna partiyên Kurd li Sûriyê.
2. Rêbazên avakirina endamê partiyê.
3. Giriftarên komelayetî û saykolojî di tevgera siyasî de.
a. Vîlikgêran û Derew û Bêbextî û Tometkarî.
b. Kuncegîriya rewşenbîr .
c. Xwekulabindin bi ser kursî û axatîyê de.
d. Nebûna dîmokrasiyê û hebûna zordestiyê (istibdadê).
e. Hestê berpirsayetî beramber kurdayetî û partayetî.
f.  Tevgera Kurd navbera Kurdxwazî û partîxwazîyê.
g. Yê ne bi me re, li dijî me ye; yê bi me re, hevalê me ye.
h. Pêwendiyên rewşenbîr û siyasî Ii nik Kurdan ne saxlem in.
i.  Peyda nebûna serdarekî dilsoz û zana di tevgera Kurdî de.

Arezûya axatî û navdariyê 
Ev demeke dirêj e ku Kurdan deshilat bidest nexistine, lewre arezûya axatiyê, pelûkirina mirovê Kurd bo nav û dengê xwe li nik kurdan gelek diyar dibê, nemaze, di riya wergirtina kursiyên pêş de xuyanî dikê, û bûye girêkeke saykolojî di kesatiya mirovê Kurd de, ku gelek ji wan hez axatiyê dikin, lewre eger em zikê mirovê Kurd vekin emê gelek axa têde bibînin, ta radeyekê mirovine ehmeq jî doza axatiyê dikin. Ev arezûya han ne tenê li nik hejar û zengînan heye, lêbelê li nik xwenda û nexwenda jî heye. Wek em li nav û dengê xwe digerin, em hewqas li doza gelê xwe nagerin, lewre jî rewşa tevgera siyasiya Kurdî di barekî nexweş de birêve diçê, lewre jî em sed parçe ne, lewre jî em ta niha bindest mane, helbestvanekî Kurd, Mela Enewer, helbestek di govara Ronahî de, rûpel 211, belav kir

Serbestî
Divêtin em li vê rêkê nexwazin nav û serdarî
J`dil û îman xebatê b`ken bi rastî em bikeyn karî
Divêtin em hemî pêkve li xwe b`zivirin bikeyn tobê
Zikî paqij bikeyn j`kînê devî taze bikeyn j`parî
Şev û rojan bikeyn şolî ji bo serbestiya Kurdan
Qemî em xo bikêşin tev j`dev û lêvên evî marî
Hemî em sed hezar xûh û hezar xûnan vemalin j`xwe

peyva dawî
Tiştek tenê di vê kêşeyê de xwe belû dikê, ew jî berjewendiyên miletê Kurd in, ka em jibo çi kar dikin, em jibo miletê xwe xebatê dikin, yan jibo axatiya xwe dikin. Eger em berjewendiyên miletê xwe danin ber çavê xwe, ji xwe, emê dev ji van kursiyên kertonî berdin, em hemî emê nêzîkî hev bibin, emê yekîtiyan sazbikin. Emê partiyên xwe xurt bikin. Bilindî û nizmayîya hestê berpirsayetî li nik xebatkarê Kurd gelek giring e, û helbet bikarhênana yasayên dîmoqratî  jî stûneke pêwîst û qayim e bo pêkanîna tevgereke hişmend û saxlem.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...