DEM HATIYE DERFETÊ NEBERDIN

Huşyarê Emrê Lalê

Di hundurê van şoreş û hêlanên rabîn û dirabin encamên zilm û zordarîkî kevn e, millet nema vê zordariyê qebûl dikin, lê tevî borîna zêdeyî salekî li ser şoreşa sûrî re  çi encam daye?!………..
Û çi ji me tê xwestin em weku kurd xwedî maf û netew ??!

Ev pirbûna partiyên siyasî yê kurdî yên ku ne li gor hijmara mene di vî beşê kurdistanê de lê pêwîste em vê derfetê dest ji xwe neberdin û nemaze di vê qûnaxa hestyar de.
 û em jî li gor berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ku dikevê li ser milê me weku rêxistin, komele, nivîskar, helbestvan û rewşenbîr divê em yekbin û yek helwist û nêrînbin.
Gotina yekîtî ya ku em hemî bîr û baweryê pê tînin lê em nakin ji ber ku yekîtî bercewenda kesên ezezî naparêzê ji ber vê yekê gelek hene li hember ykîtiyê disekinin bê şerm û fedî .
Parçebûna tevgera siyasî ya kurdî dihêlê lawazbê li hember opozisyona sûrî ji ber ku tevgera kurdî ya sûrî ta niha hê nêrînek yekbûyî û zelal diyar nebûye ji lewre dikevin hember nakokiyên mezin nemaze di vê rewşa hestyar de ya ku hemî rewş û nîşanên wê pêwîstdikê ku em yek dest û helwîstbin.
dem hatiye neberdin rewş tê guhertin divê emjî li gor dem û rewşê bin yekîtiya xwe mukum bikin nêrîn û boçonê xwe serhev de bidin ji ber ku bercewenda meya herî giring yekîtiya nêrîn û boçonê me ne.     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…