Mixabin rewşa me ev e!

Qado Şêrîn

Bi gumana min kurd xeleka herî lawaz in di şoreşa Sûriyê de, ji ber wê mafên wan di kongira Istanbolê de nehat çesipandin, belê hatin îhanet û piştguhkirin. Li beramberî wê kiryara kirêt,  bila kurd şiyar û agahdar bin ku ji yekîtiya wan, ji yekkirina helwest û gotara wan tiştekî din tune ku mafên xwe bi destxînin.

Bi gumana min, cihê kongirê ku Tirkiye bû, ne ew bû egera tunekirina mafên kurdan, belê kesên ku pirojeya Sûriya nû ya piştî Beşar amade kiribûn, ew bûn sedema sereke. li gel ku Tirkan ji tiştekî bêrî nakim û dizanim ku mafên çirçirkên kurdan jî tune dikin.
 Ji aliyekî din ve, bi gumana min vekişandin çareseriya herî hesan bû, gerek çareseriya dawî ba.
Vekişandina kurdan tazîkirina hişmendiya kurdî bû. Gerek kurd ji wê astê bilindtir bana. Lê piştî vekişandinê û girtina deriyan, gelek kurdên mîna min dipirsin: û di dûv re, ka hûnê çi bikin?.
Mixabin ta ana kurd bi giştî, partî, hevrêzên xortan, serbixwe û rewşenbîr di bin sîwana parastina berjewendiyên kurdan de ne civiyane. Ew erkek netewî û dîrokî ye, heçê karibe û neke bila xwe ji lêpirsîna dîrokî re amade bike yan jî bila ji meydanê vekişe û cihê xwe azad bike.
Eger hat û rêjîma li ber rûxandinê gavek ber bi mafên kurdan ve avêt û got: fermo ji we re mafên we, li gel ku naxwazim rêjîm wê yekê bike û ne jî bawer dikim bike jî, lê bi gumana min ku hat û bû, wê rêjîm bikaribe durûtiya xwe li ser hin kurdan bimeşîne, wê wextê wê hin kurd bêjin: binêrin rêjîm ji me kurdan re ji hevrika Istanbolê baştir e.
Yên ku tawanbariyan ber bi Dr. Abdilbasit Seyda ve dajon jî şaş in, çimkî ew di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de ne nûnerê miletê kurd e, çimkî ne kurdan çi bi hilbijartin çi jî ji aliyê partî û hevrêzan ve nehatiye danîn, êdî bila kesek zêdeyî karînên wî tiştekî din jê nexwaze û gazinan nehûnin.
Mixabin biryar û helwesta partiyên me jî ne serbixwe û ne jî ji ba wan e, ya ku ji qendîlê û ya ku ji başûr digre, ev yek bandora xwe yekser li ser rewşa kurdan û asta wan di şoreş û axaftina bi hevrikê re, dike. Bi gumana min ev sedema sereke ye ku civandina wan di bin sîwanekê de zor be, qedera me jî ketiye destên wan ên ku berjewendiyên xwe bi me û pêşeroja me nadin.
Berê me gelek caran nivîsandiye; bila tecrubeya başûrê Kurdistanê piştî rûxandina rêjîma Sedam û bidestxistina mafan li bîra we be. Her wisa bizanibin ku ‘’erebên piştî şoreşê, dê ne bi gelekî ji erebên berî şoreşê (Beşar û şila wî..) baştir bin. Êdî şiyar û agahdar bin.

30.03.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...