Evîndarê Xemgîn berhemek xwe yê nû weşand

 Dr. Şiyar Silêman

Nivîskar û helbestvan û lêkolînerê gewre MEHMÛD Ê SEBRÎ (EVÎNDARÊ XEMGÎN)Pirtûkaxwe ya nû weşandiye,  binavê (NASNAMEYA KURDÎ LI SÛRYA ) di vê pirtûkê de nivîskar rewşa gelê kurd şirove dike ji layê hozên kurd di vî perçeyê kurdistanê de , bi kurtî li ser her hozek e kurd radiweste ,ji lay herêmî û xaka kû ew hêz lê niştecih bûne ,  û têkilyên wan bi hozên Erebên derdorê wan re, û bûyerên balkêş di dîroka wan de diyar dike .
Ji alîyek dîve M.S li ser pirojeyên dijî gelê kurd hatine pêkanîn radiweste , mina hejmara awerte û kembera Erebî û mersûma 49- û bi firehî li ser ramanên Mihemed Teleb Hilal yê şovînî rawestaye.
Di beşin dî ji pirtûkê de , dikeve warê dîroka kevnar de , li ser HORÎ û MÎTANÎ ya dinivîse û di beşekê din de li ser şahînşahiya MEDYA radiweste.
Dibe ku hinek bêjin ev dem ne dema hoza ye ,  û em di sedê 21 ê de ne  ,em di bêjin millet dema hozên wî diyar bin di herêmekê de , ev nîşana resen ya wî milletîye ,  û kûraya dîroka wî ye li ser wê xakê.
Ev vekolîn ne ji bona ko klyên êlan diyar bike  , an jî pişta hinan bigre li dijî hinan , lê belê ev ji bo xizmeta rastiyê ye  , û dilsozî bi agahiyên dîrokî re ye , tiştê balkêş di vî berhemî de ku bi zimanekî kurdî xurû hatiye nivîsîn , ku milletê me tiyê van rengê vekolîna ye bi zimanê kurdî di vî perçê Kurdistanê de  , em bi hêvîne ev lêkolîn bibe bingehek , gelek lêkolînên berfireh li ser van babetan bi zimanê kurdî derkevin.
Em bi hêvîne her kes vê pirtûkê bixwîne  ,ev berhem bibe geşepêdanek ji bo xwendevan û rewşenbîran ji bo vekolînê li ser taybetmendiyên xwe bikin bi zimanê xwe yê dê .
Pirtûk bi şêweyê PDF ser vê lînkê hûn karin daxin :

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…