8mîn salvegera 12ê adarê

Arşevê Oskan

Salê carekê em û adar pêrgî hev dibin. Geh em hev himêz dikin û evîna dilê xwe bi hev re par ve dikin û buharê li hev pîroz dikin û geh jî em gazinan ji durûtiya wê dikin. Ev adara ku ji kurdan re wekî sersala nû, wekî dosta dîrokî û vejîn û xemla giyan ku di dilê her kurdekî de xunc dide. Ez wekî kurdekî pê hez dikim ku buhara welatê min ji ya hemû welatan xweştir û dewlemendtir e. Adar jî mizgîniya wê buharê dide me. Ji aliyekî din ve jî, em gazinan jê dikin, ku gelek birînên dijwar di dilê me de vekirine. Em carnan jî bi tirs in, ku nehêle em bi vê mizgîniyê şad û bextewer bibin.
Adarê bûyerên mezin di bin paşla xwe de veşartine. Her ku em nêzîkî rojên wan birînan dibin, jan û şewata wan hinavê me didin ber êşên xwe û me li xwe şiyar dikin. Yek ji wana bîranîna 12ê adara 2004an e. Di vê rojê de şahî û şîniya kurdan tevlihev bû. Şînî û şahiyê di vê rojê de destên xwe dan hev û em avêtin hêlana dîrokeke ku ne pelên wê dirizin û ne jî evîna dilê kurdan ji azadiyê re bidawî dibe. Nivîsandina vê serhildanê li rûpeleke bi rûmet hate xêzkirin. Em birin destpêka qûnaxeke dîrokî ya giring û em li gelek tiştan şiyar kirin û dîwarê tirsê di dilê me kurdên rojava de herifand.
Li seranserî cîhanê, em di navbera şahî û şîniyê de, di navbera ken û girî de û di navbera têkçûn û serkeftinê de diçin û tên. Ev saleke taybet e ji bo bibîranîna vê helkeftê. Ev salek di ser şoreşa sûrî re derbas dibe, bi hemû talî û şêraniyên wê, em di nav de dijîn. Lê em ê bibin hevparê şêraniyên wê, em hîna jî bi guman in, tevî ku em li ser axa xwe dijîn. Li hin der û deverên cûda serhildana 12ê adarê wek cirûska şoreşa sûrî tê binavkirin û li layekî din, ku ev serhildan û germahiya wê, vîna dilê kurdan ji şoreşa sûrî didize û ber bi xwe ve radikşîne.
Di vê salê de, hin wêne li dîwarê cangoriyên rojavayê Kurdistanê zêde bûn. Mîna stûnên bi hêz dikevin bin barê vê şoreşê û rûyê rojên şoreşê dixemilîne. Yek ji wan stûnên bi hêz Mişel Temo, Nesredîn Berhik û Dr Şêrzad in. li pişt wan jî bi dehan ciwanên ku li leşkeriya sûrî bi destên xinixiyê û xedariyê jiyana xwe dane. Li van miting û xwepêşandanan wêneyên pakrewanan mîna rêberan, hêz û enercîyê didin civat û komên me. Tabloya me îsal bi xemleke cûda û berfireh hate xemilandin û her diçe azadîyê bi me re dikenîne.
8 mîn salvegera 12ê adarê di nav rojeke bi evîn û vejîn de tê pêçan.
Jiyan û pêkhatin ji bo serhildan û azadiya gelê kurd li herderê cîhanê.
Em li hêviya welatekî serbixwe û civateke azad in.

13.03.2012.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...