Hemî adaran hûn min hişyar kin !

Nizar Yosif

Hinermendê ku li ser têlên netewê û derd û xwestekên mirovayî lehîstî, bûyî dengê hejar û perîşanên vî welatî. Bi alava xwe ya hinerî, kariye evîneke li hevhatî di navbera herduyan de (netew û mirov) bihone. Bûye pêşengek sereke, kanî û robarên hestên germ li hev gihandine, di gotin û awazan de, di stirana bi bandor de civandin. Belê babê Felek te şiya bi hostayî û bi zanistiyek hinerî , guhdaran li pêy vê peyama xwe ya netewî û biromet bi kêşîne.
Bi kurtasî te şiya moreke dîrokî çêbikê, û imza xwe ya bi rêz li eniya vî welatî bidê.  
Lewma elan( Armanc)çendî tête livandin , bizav di berde tête kirin, di heman demê de stiranên te têne ser zimanan û navê te tête meydanê. Tu mîna dermanê birînayî, hêminkirina janên îro di mijarên stiranên te de têne dîtin û bihîstinî.  Stiranên te aramiyê didin cegerên birîndar,sebrê didin dilşikestiyan,û xewê dikin çavên koçber û mişetan de.
Babê Felek ( Bengiyê gulê ) ne emin yên ku te ji xewê hişyar bikin, bang û hawar û feryadên te, girî û lorandinên te. Bizava wê jiyana asteng ya ku te ji xwe re pejirandî û qîma xwe pê anî, bê mefayên kesayetî, te diyarî doza vî welatê xopan û ji hevketî kir. Ew giyanê giran biha di adaran de, bi şîn û şahiyan ji bo me hemiyan di sitrand û hêvên dikir.
Di wan mercên tengav û bê derfet de, te xwe kirye delîvek ronak,goriyek yê wê xewa giran. Bi erkên hinerî li dijî pencê wê rabû, û gelê xwe hayedarî jiyana bi romet dikir. Tu yek ji melevanên derya dêm bî, ku Gemî ji tariyê ber bi roniyê ve di kêşand. Di xwest bi werîsê kêşê, gelê xwe ji binê bîra xeman bînê der, lê mixabin ew bi xwe, ji bê çareyê di bû mêvanê derya xeman û di cû binî.
Hewldana hilgirtina barê peymanên dijmin, û veqetandinên sînoran û derdên 40 Million kes dikir. Bi wan giraniyan ve ser milan rakir, dîse jî qurban û rêncberê gel di bin de netewya, erkê xwe yê hinerî bi cî anî , û bire serî.
Mihmed Şêxo di jiyanê de mirovekî xudan helwest bû, li gorî civaka gel û doza vî welatî biryar da, ew helwest ji xwe re girt û heta dawî li pê şopand.
Va ye îro adare biwêjên bangan, û kelegiriyên ku te ji hişyarbûnê re di kirin , ew hêza veşartî û hîviyên ku te bi gelê xwe re di dîtin, bi bizavê şoreşa wan li dare bi hêz tête kirin, cenka aşîtî ji bo heyînê û serbestiyê.   
Bi bawerî xort û keç van roj û mihan dikin newrozên pîroz, bi azadî ava dikin.

Kesên comerd qevdên gulan tînin mêvaniya gora te, axê bi çîçekan rengîn dikin.  Ji agirê evîna te xuncê gulan berjêr dibin. Ji rondikên heskiriyan  kevirên kêlên te nerm dibin. 

09,03,2012    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…