Besam Mistefa: kurmancî û soranî şaxên darekê ne

  Hewlêr, 25 Sibat (AKnews) – Nivîskar û wergêrê kurd Besam Mistefa derbarê girîngiya wergerandina berhemên edebî di navbera şêwezarê soranî û kurmancî de got ku pêwîstiya herdu şêwezaran ji hevre heye çiku “ew şaxên darekê ne.”
Nivîskar û wergêr Besam Mistefa ku karê wî yê herî dawî romana Êvara Perwaneyê ya Bextyar Elî bû ji şêwezarê soranî wergerand bo şêwezarê kurmancî û di destpêka 2012ê de li weşanxaneya Avestayê hate çapkirin, ji AKnewsê re wiha got:
“Ez vê ezmûna xwe wek avakirina destpêka hevnasîneke edebî ya kûr û çêkirina pireke çandî û wêjeyî di navbera kurdên girêdayî şêwezarên cuda yên zimanê kurdî, dibînim; bi taybetî jî di navbera her du şêwezarên serekî yên zimanê kurdî de ku kurmanciya jêrîn û jorîn in yan jî kurmancî û soranî.”

Mistefa wiha pêde çû, “Dixwazim li gor şiyana xwe pirekê di navbera kurdên ku ji ber sedemên cuda cuda ji hev hatine parçekirin û dûrxistin, ava bikim. Divê em li wê rastiyê mikur werin ku kurd ji hev dûr bûne, helbet bê vîna xwe, û ji ber vê dûrbûna han zimanê kurdî jî, ku yek ziman e, li ser çend şêwezaran dabeş bûye. Êdî ger dûrketin hebe, divê nêzîkirin bê kirin.”

– Ev proje gava yekem e li ser rêyeke dûr û dirêj

Besam Mistefa got ku kurd ji dûr hev nas dikin, û ew baş û wek ku tê xwestin rih û kûrahiyên hev nas nakin, “lewma bi riya karê ku min daye ber xwe, hewl didim wê pira ku divê bê avakirin, ava bikim. Bi taybetî jî ku niha zimanê kurdî di kirîzeke mezin de dijî, û hewldan tên kirin zimanekî kurdî yê hevgirtî bê çêkirin.”

Nivîskarê navhatî got, “Ji ber hê jî pirsgirêka me ya tîpan jî heye, ku li hinek cihên Kurdistanê bi tîpên latînî tê nivîsandin û li hinek cihên din bi alfabeya erebî yan jî aramî tê nivîsandin. Ez wiha diramim ku projeya min gava yekem e li ser rêyeke dûr û dirêj.”

– Pêwîstiya şêwezaran bi hev heye

Sebaret pirsa ka çima Mistefa şêwezarê soranî hilbijart ji wergerê re û ne zimanekî din ku pê dizane wiha şîroveyên xwe ron kirin, “Bêguman pêwîstiya kurmancî bi soranî heye, û di heman demê de jî pêwîstiya soranî jî bi kurmancî heye, ji ber herdu şaxên darekê ne, pêşketin û geşbûna yekê ji wan bi awayekî otomatîkî ya din jî geş dike.”

Mistefa tekez kir ku divê berhemên kurmancî jî bibin soranî û got, “Proje bandor û encamên xwe nîşan dide gava ku berhemên kurmancî jî bibin soranî. Çawa Şêrzad Hesen niha bûye malê kurdên Diyarbekir û Batmanê, gerek e Helîm Yûsiv jî bibe malê xwendevan û wêjehezên Hewlêr û Silêmaniyê. Ev dihêle zimanê me yê dewlemend, dewlemendtir bibe, şêwezarên serekî ji hev nêzîk bibin û ji hemûyî girîngtir nasîneke kûr di navbera kurdan de çêbibe.”

– Divê pêşî kurd xwe bi hev bidin nasîn

Besam Mistefa ku heyama çend sala ne di rojnamegeriya kurdî de kar dike got ku armanca wergerê edebiyat û ruhiyeta kurdan ji milet û kesên din yên ne kurd re bide nasîn û di vê barê de nerînên xwe wiha ronî kirin:

“Ji ber taybetmendiya me, divê pêşî kurd xwe bi xwe hev nas bikin û pişt re, xwe bi cîhanê û gelê din bidin naskirin. Qey ku mirov xwe nas neke di pêşî de dikare cîhan û xelkê din nas bike?”

Mistefa destnîşan kir ku nivîskarê kurd Bextyar Elî ku bi şêwezarê soranî dinivîse, derbarê kurmancîkirina berhemên xwe de gotiye “wergerandina berhemên min bo kurmancî ji min re ji wergerandina wan bo ingilîzî û almanî girîngtir e.”

Nivîskar û wergêr Besam Mistefa ji bajarê Qamişlo ye, heta niha 4 berhemên wergerandî çap kirine: -M-çîrok-Şêrzad Hesen, Avesta 2011 -Xewna Pîrepindan-roman-Şêrzad Hesen, Avesta 2011 -Jineke Xinanî-roman-Şêrzad Hesen, Avesta 2011 -Êvara Perwaneyê-roman-Bextyar Elî-Avesta 2012. Gelek berhemên wî yê din jî di dorê de hene, ku di dema pêş de wê bên amadekirin û çapkirin.

hr (Aknews)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…