REWŞA ROMAN Û ÇÎROKA KURDÎ

1-Çar roman û çîroknîvîs li ser rewşa roman û çîroka kurdî semînerekî didin. Di nava ewqes dewlemendîya bûyer û malzêmên li Kurdistan û tekoşîna kurdan de romana kurdî çima pêşnakevê, sedam vê yekê çine? Rexnegiriya romana kurdî di çi rewşê de ye? Wergera klasîkên dinyayê çi fêdê digihînê romana kurdî? Di nava zaravayên kurdî de peşkatina romanê di çi astê de ye? Û gelek pirsên din dê bîne bersivandin. Em bangî hemû nivîskar û hunerhezên kurd dikin ku bi beşdarbûna xwe vî semînerî dewlementir bikin.
Beşdar:
1, Siyamend Şêxaxayî (Romanivis-Mehabad)
2, Rêwas Ahmedî (Çîrok nivîs-Sileymanî)
3, Behruz Kurdahmedî (Roman nivîs-Sine)
4, Mamostê Aşiq (Roman nivîs- Mehabad)
Bi xêr bên.
2- Wek te zanîn gelek nivîskar, rojnamevên kurd û dostên kurdan di zîndanan de ne. Ev dostên kurdan xwe di zîndanê de fêrî Kurdî dikin…Ji  bo piştgiriya bi wan re em dixwazin her nivîskarê Kurmancî axif bi pirtûkeka xwe beşdarî semînerê bibe, pirtûka xwe îmze bike û em ji zîndanîyan re bişînin.
Dem: 2012.02.19 Yekşêm
Saat: 14.00
Cîh: Înstîtuya Kurdî li Stockholm
Adres: Mogordsvegen 13, 143 43 Vorby gord

Tel: 073 68502 56

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….