‘Şopa Xezalê û Rojnivîsên Pezkoviyekî’ .. berhema nû a Hoşeng Osê

  Ji weşanên yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê, berhema nû a helbestê ya helbestvan û nivîskarê Kurd Hoşeng Osê derket.
Berhevoka helbestê bi nave ‘Şopa Xezalê û Rojnivîsên Pezkoviyekî’ ye û ji 114 rûpel, çapa orte, pêktê. Taboya bergê a hinermendê Kurd Fehmî Baleyî e.

Di vê berhevokê de, 17 helbest hene:
1  Berxikê…
2  Bûka Baranê
3  Du Evîndar Û Gurek
4   Hejîrname
5   Qereçiy ê… De Razê
6  Sersala Dest ê Çepê
7  Xezal ê… Hay Ji  Min Hebe…
8  Bîraninên Xewneke Lal
9  Ez Têm
10 Nifirek Hênik Li Agir…Heft Helbestên Nîvçe Ji Keça Avê Re.
11 Çîrokek Ji Bê.. Du Ji Axê Re.
12 Stêrkek Li Ber Kêrê
13 Keviro
14 Çend Fermêsk
15 Rojnivîsên Pezkoviyekî
16 Tu Min Dixwînî..
17 Xewnek Liber Zayînê

Helbestvan, helbestên vê pirtûkê di nav bera sala 2005’ê û 2009’ê  de, li Şam û Stenbolê nivîsandine û qûnaxeke derbasbûyî ji jiyana û ezmûneya wî a dahênanê derdibirîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk, pêncemîn berhevokên helbestê yên Hoşeng Osê ye û a duyemîne ku bi zimanê Kurdî tê çapkirin.

Osê, sala 1976’ê li bajarê Dirbêsiyê, başûr-rojavayê Kurdistasnê hatiyê jînê û bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîsîne û niha li Beljîka dijî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…