Mamoste Hemîd Derwêş

Luqman silêman
 

Gotin belaşin lê nayên ji bîrkirin mamostê hêja Hemîd. Ma gelo ne hûn bûn çaxê ku we her 11 partiya di îna sisêyan de di xwestin ku biriyarekî bistînin bi ne derketina celdê. Lê xuyadikê we ne wêrî bû, hûn biriyareka wisa bistîn in. lê we deng bêjên xwe berdan celda da ku pirogenda ji bo nederketinê bikin, di bin navê yekîtiya kurdan de….û yek ji wan deng bêjê we di roja înê de hate cem min, li pêşiya mizgevta Qasimo û ji min re got: ev cara pêşiye ku kurd dibin yek û hûn bi vê derketina xwe yekîtiya kurd xiradikin. Û ji min re got: hûn dijî yekîtiya kurda ne, vaye yazde rêxistinê kurda li hevkirne da ku kurd tevlî şoreşa Sûrî nebin. Û ji min re got em ji were qebûlnakin. ji ber ku hûn vê yekîtiya kurda xira dikin û hege dilopek xwîna kurda birjê em te wek kes nasdikin.
Yê ku ev gotin ji min re gotîn Mihemed Xêr oso bû, û ji min re got: min hemî rêxistin dîtine û gotine çênabê kurdek der kevê celdê. Mane ew bi zimane we di axivî. Û çaxê ku nûnerên rêxistina ji te pirsîn çima xanima te bi xortare derketiye celdê? Te ji wanre got: çaxê ku xanimamin çûyî ez di xewdebûm û hayê min ji derketina wê nîne. Ez bawerim ku hîn celda kurdî ji bîr nekiriye çawe hûn wek rêxistinê kurd li ser hev li dijî derketina celdê disikinî n. lê ji destê we derneket û we çiqas astengî û kelem li pêşiya derketina xorta danîn. Ma çaxê Sihûd Elmele endamê mekteba siyasî yê partiya demoqratî kurdî li Sûriya(elpartî) Di kete pêşiya milet û ji wan re di got neçin celda, evê derdikevin serserîne û yek ji wan kesê ku Sihûd jêre gotî ne çe cem va serserî û zehrane Tahirê Botiye. Û çaxê ku xorta piştî sêzde îna lafîta partiye mamoste li pêşiya mizgevta Qasimo qetand. ya ku ew bi xwe namek bû ji rêjîmê re û mamoste got: ev şebîhane û hevalê wî gotin: xortê hevpeymana xortê sewa lafîta me qatandine. Min li mala hevalê mamoste li ser kurnîş ji wan re got: ji xwe ne emin yê ku lafîta di qatînim lê emê vê îna werê lafîtekî ji were bi navê partiya pêşvero re û cawjî ji cem me lê emê li ser deynin milet dixwazê rûxandina rêjîme û emê ji dêvla wejî rajinê? Lê mixabin hevalê wî dîno

mîno bûn ji mere gotin na em na xwazin. Ka çawe hûn ji rojê pêşîde û mil bi mil bi xorta re derdikevin. Ka bila mamosta bêjê çaxê ku xortê me di hatin girtin, ka çend mihamî şandin pêşiya dadgihê û serî li malê çend girtiya dan yan alîkarî bi çend girtiyan re kirine. ne mamoste tenê na hamî rêxistina askengî ji mere çêdikirin, mixabin çaxê ku nûnerek ji nûnerê rêxistinê me der di kevin ser qenalekî yan pirs jê dibê ew xwe dixin xwediyê xorta lê tiştê ku li ser erdê dibê cidaye ji gotinê wan. ji ber kesî alîkarî bi xortare ne kiriye û heger ku ji despêka xwepêşendana bi destê wan derketiba ne di hiştin yek xort dakevê celda û rûxandina rêjîme bi xwazê û xwe tevlî şoreşê bike..?! mamoste gotin xweşe, ji ber ku kurda berê gotiye zimane ne kaşe û ne kendale…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…