Yekem kitêba Avesta ya 2012an Şahesereke edebiyateke “ne-medenî” Êvara Perwaneyê ya Bextiyar Elî

  Bextiyar Elî ku yek ji nivîskarên herî balkêş ê edebiyata kurdî-soranî ye edî bi kurmancî ye. Romana wî “Êwarey Perwane” (Êvara Perwaneyê) ku li başûr bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Avesta diyar dike ku di demên pêş de amadekariya çapên kurmancî yên her 6 romanên din ên Bextiyar Elî dikin.

Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya bi navê “Di romanên nivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011) romana Bextiyar Elî wiha dinirxîne:
Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. … Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin.
Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tu kes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.
…Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peyda dikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke bi berf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne.
Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku ji aliyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun, Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bên tarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokî û siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteya Kurdistanê ve girêdayî ye.

BEXTIYAR ELÎ – Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
   Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960an de ji dayik bûye. Li Silêmaniyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dû re li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.
   Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de bi tevahî xwe ji bo karê edebiyatê terxan dike. Kevintirîn berhema wî ya belavkirî ku di sala 1983an de nivîsandiye helbesta Niştiman e ku piştî 9 salan di dîwana Guneh û Karneval de tê çapkirin. Di rojên destpêka serhildana 1991an de, bi çend nivîskarên din re hejmareke kovara Azadî ku pênc hejmar jê derdikevin, belav dike. Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.
   Di salên 80yan de, Bextiyar Elî hejmareke helbestên dirêj dinivîse, weke “bajar”, “guneh”, “karneval” û çend helbestên din. Destnivîsa yekem a romana Mirina Tekane ya Duyem jî vedigere wê heyamê. Di payiza sala 1989an de, gotara xwe ya yekem di rojnameya paşkoya Iraqê de belav dike.
   Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bicî dibe. Di sala 1998an de romana Êvara Perwaneyê dinivîse. Ji sala 1999an ve li bajarê Kölnê rûdine.
   Şêrzad Hesen, çîroknivîsê kurd yê navdar li ser Bextiyar Elî dibêje: “Heq e Bextiyar Elî xelata Nobel ya edebiyatê werbigire, lê bextreşiya wî ew e ku kurd e. Di nav kurdan de dijminên mirovên xwedî şiyan û talênt ji dostên wî zêdetir e.”

   Berhem:
   – Guneh û Karneval (Helbest, 1992)
   – Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997)
   – Êvara Perwaneyê (Roman, 1998)
   – Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
   – Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002)
   – Bohemî û Stêrk (Helbest, ????)
   – Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest, ????)
   – Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re, ????)
   – Îman û şervanên wê-hizra fîlozofî û derketinên wê yên nû di çanda kurdî de (????)
   – Xwênerê kujer (Gotar, ???)
   – Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006)
   – Heya şîniya gulan… heya xwîna firîşteyan (Tvahiya berhemên helbestan 1983-2004, ????)
   – Xezelnivîs û Baxên Xeyal (Roman, 2008)
   – Koşka Balindeyên Xemgîn (Roman, 2009)
Apê min Cemşîd Xan ku herdem bayê ew bi xwe re dibir (Roman, 2010)

Êvara Perwaneyê
Bextiyar Elî

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5585-92-1
13×19.5, 304 rûpel, 19 TL

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...