Rusiya û siyaseta kevneşopî

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Em  dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana  berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis-  lênîn û  ramanên pêşverû bin pê diikir û ewanan  dikir rajeya aboriya siyaseta  dewleta xwe .
Destlata Sovyetistanê  hevpeymana dostaniyê di sala 1972  an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir (Partiya Bes) ya faşîst re mor kir û her weha jî  ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa bi partiya (Bes)re di hundir (Eniyekê )de alîkar be .
Destlata Bes pişta xwe bi Sovyetistanê li dijî hêzên dêmokrat û tevgera azadîxwaza Kurdistanê  hêztir dikir .
Li gor vê (Hevpeymana dostaniyê) Sovyetistana berê  çekên xwe  bi zêrên reş difrot  destlata dîktetur û xwînvexwar; ewê bi wan çekan  şerê  tevgera dêmokratîxwaz û bizava azadîxwaza gelên Kurdistanê  bi seroketiya nemir M.Berzanî dikir.
Sovyetistanê ev şêwesiyaseta bi xwe jî  li Sûriyê pêkanî û mixabin ta niha jî partiyên kumunîst ji bin bandora siyaseta kevneşopî rizgar nebûne  û ewanan bi rêcîma partya Bes re hîn alîkar in , lewra jî em kanin bêjin tevgera kumunîst  li Sûriyê jî ji hev şeliya ye û hikariya wê di nav gelên Sûriyê de hema ,hema nema ye .
 Dêmek Sovyetistana berê  ji ber siyaseta xwe ya çewt li derve û hundir hilweşiya û di pê re hemû dewletên sosyalîst ;yek li dûv yekê tarûmar bû.
Rusiya niha jî dîsan li gor siyaseta  sovyetistanê ya derve dimeşe , ewa jî  dixwaze pêşbaziya  Emêrîka û welatên din sermiyandar li navçeyên cîhanê bike, ewa dibêje ; Rusiya jî dewleteke mezin e û ewa xwe ji Emêrîka û welatên din kêmtir nabîne,lewra divê ewa jî mîna dewletên din sermiyandar  li bazarên aborî bigere û kirîn û firotanên xwe bike .
Çawa sovyetistana  berê ji bo berjewendiyên xwe aborî hemû mafên gelan û dengên azadîxwaz  binpê dikir  ,îro jî Rusiya li ser rêç û şopa wê siyaseta kevneşopî berdewam e .Ji 15.3. 2011 ê de şoreşa aştiyane  li gelek bajar û bajarokên Sûriyê  li dijî rêcîma Bes ya dîktetur destpêkiriye ;pirtirî 10000 hemwelatiyên Sûriyê li pênavê azadiyê pakrewan bû ne û bi deh hezaran têkoşer û dêmokratîxwaz di zîndanên rêcîmê de ji ber êş û lêdanên ne mirovane de dinalin û dimrin.
Gelek welatên sermiyandar ,pir rêxistinên mafên mirovan  ,  pir  mislimanperest ,xaçeperstên cîhanê û komelgeha dewltên Ereban  helewesta destlata Sûriyê şermezar  dikin  lê mixabin Rusiya  ta niha  hîn çekan (36 balefir)  difroşe Sûriyê û hîn baregehên xwe  yên leşgerî  li Sûriyê  ji bo parastina  sudên xwe dihêle.

Rusiya raste rast li rex dewleta Sûriyê  radiweste ,ewa ta niha naxwaze  rêcîma Bes were hilweşandin û rêzê li vîna gelên Sûriyê nagre û ewa bi vê siyaseta xwe ya ne mirovane  ruya xwe li hember dîroka civakamirovperwer, mîna Sovyetistan berê reş dike.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...