Heyder Omer
Her kesê bala xwe bide şoreşa gelên Sûriyê, ji pêşî de û birêveçûna wê heya îro, dê bigihîna wê baweriyê, ku eger rewşa sûriyê ji bo wê ne amade û alîkar ba, dê bi vî awayî gur nebûba.
Pêncî salên destlatdariya yek partiyê, û wê jî xist destên yek malbatê, û qedexekirina hemî cûreyên azadiyê û sitema, ku kesek ji hemwelatiyên sûrî jê bê par nema bû, û destdirêjiya ewlekariyên cûrbecûr, û biçûkirina dewletê di hundir yek partiyê û di navê tekekeskî de, ta radeya, ku welat li ser navê wî hatiye tomarkirin, û saloxana (Sûriye ya El-Esed) her roj û li her devereke Sûriyê bi darê zorê, dihate hildan.
Ev rewşa tehl û dijwar, wê baweriyê pêk tîne, ku ev şoreş pêtek bû di bin xweliyê de, bendewarê bahozeke hema biçûk bû, da wê xweliyê bide alîkî, û wî pêtî gur bike.
Serhildana Kurd ya sala 2004ê hinek ji wê xweliya da alîkî, eger rijîma bais Kurd wek perçekarên welêt salix nedabana, û hizra netewperst ya kirêt di hişên xelkên Ereb de neçandiba, û ewna li dij Kurd hêrs nekiriba, dê wê serhildanê bikarîba tevayê wê xweliyê bida alîkî, û alafa wî pêtî li seranserî Sûriyê belav bikira. Lê tevî wê jî ez bawer nakim, ku bandora wê serhildana, ku kevirê goşeyê dîwarê tirsa pênci salî, digel peykerê Esedê mezin gêr kir, li ser vê şoreşa îro nî ye.
A nûka, piştî ku xwîna Sûriyan li serenanserî welêt, û li dirêjiya deh mehan herikî, û hîn jî diherike, û bêtirî 7 hezar pakrewanan, û cihên vala di zîndan û girtîgehan neman, û bi hezaran pîremêr û pîrejin û zarokan xwe li sînorên bakur û başûrê welêt xistin û penaber bûn, gelo rewşa welêt dê vergere wek ya berî 15ê avdara 2011ê wek çawa rijîma Esed avê bi ber dilê xwe de direşîne?.
Axiftina dawî ya serokê rijîmê, beriya çend heftiyan, ku gef û gurr dida derdoran, hêviya dilê wan aşkere dida xuyakirin, ku wan gefan bi awayê sînaryoyê sala 1982ê têxin piratîkê, û rewşa Sûriyê vergerînin wek ya berî 15ê avdarê. Lê ba û bahoz li xweşiya geştiyan nayên. Eger rijîma ewlekarî bi karînên xwe bawer bikira, ku dê karibe demê bi paş de vegerîne, wê hemî hêz û fêlbaziyên xwe bixebitandana, û şoreşa gelên sûriyê di dergûşê de bifetisanda, ez bawer im vê hêviyê dilê rijîmê hurhutand, vê lomê jî Esedê biçûk beriya çend mehan hemî şêwirmendên bavê xwe, ewên ku sala 1982ê pilana tar û markirina Hemayê organîze kiribûn, ji nû ve vegerandin kar. Lê ewan jî dîtin, ku hesabên sala 1982ê nikarin bersivên sala 2011ê bidin, ji ber ku:
Şoreşa entirnêt û alavên medyaya nû, wek têldestan û feysbok û tuwîtir çavdêriya rijîmê pûç kirine, û di kêlîkên kurt de nûçeyên zindî digel wêneyan li seranserî cîhanê belav dikin. Ev yeka jî sala 1982ê ne berdest bû, vê lomê ne tenê cîhanê, belê pirên Sûriyan jî heya demeke dirêj tirajîdeya Hemayê nebihîstibûn.
Ji hêla din de şoreş li seranserî Sûriyê belav bûye, û saloxana (gel rûxandina rijîmê dixwaze) li hemî kolanên Sûriyê bilind bûye, pêre jî barê rijîmê giran kiriye. Vê lomê em weha diçim, ku realîteya îro sînaryoyê bi wî awayî bi dûr de davêje.
Civîna dawî ya şalyarên Ereb nexşeriya kombenda erebî tev 7 xalên wê ragihand, eger rijîmê ew nepejirand, dê berê xwe bidin encûmena ewlekarî ya navdewletî, û alîkariya wê bixwazin. Rijîma Sûriyê jî yekser bi zimanê şalyarê kar û barê derve, ne tenê ew nexşerê nepejirand, belê weha jî çû, ku ev nexşerê desttêwerdana hundirê Sûriyê ye, û pê de çû û aşkere got, ku (çareseriya ewlekarî pêwîst û diva ye). Ev helwest dide xuyakirin, ku rijîm ji ya xwe danagere, û dê alava kuştinê her bixebitîne û çarçewa wê fireh bike. Pêre jî mirov dikare du sîyaryoyan texmî bike:
Yek jê şerê navxweyî ye: Rast e ku her kesê xwe bi rewşa Sûriyê re mijûl dike, û cemawerê şoreşgêran jî di nav de, vî awayê têkildariyê napejirîne, lê ev şerê ku îro rijîm wî gur dike, û qurbaniyên rojane, û kuştiyên ji refên ordiyê û ewlekariyê û şebbîheyan dikevin rê li pêş vî sînaryoyî hêsan dikin, nemaze jî em dibînin, ku rojane hinek leşker dest ji rijîmê dikşînin, û digel çekên xwe tev li ordiya azad dibin. Gelo çima ewana dedst ji rijîmê dikşînin, û tev li ordiya azad dibin? Ma ne bi sedema sitema rijîmê û kuştina xelkên sêfîl e? deh mehên xwînî têper bûn, û çareserî ne xuya ye, tevî wê jî şoreşgeran dest ji awayê aştiyane bernedane, lê dê ev awayê aştiyane karibe heya kînga weha bimîne? Her ku çareserî bi derengî dikeve, keysên aştiyaneya şoreşê kêm dibin, pêre jî dê şoreş gavinan ber bi çekhildanê de bavêje.
Sînaryoyê din desttêwerdana navdewletî ye: Ev yeka daxwaza beşekî rikberiya sûrî û cemawerê şoreşê ye, tevî ku heya îro bi ser neketiye, lê her zîndî maye. Tevdîrên rijîmê şoreşê ber bi vê yekê de têve didin. Her weha nexeşeriya kombenda erebî, ya dawî, gava dibêje eger rijîma Sûriyê wê nepejirîne, dê berê xwe bide encûmena ewlekarî ya navdewletî, û rikberiya sûrî û şoreşê jî ji xwe ber bi karînên kombenda erebî ne bawer in, ji ber vê jî serokê encûmena niştima sûrî yekser pesna nexşeriya erebî da.
Dêmek behayenên desttêwerdana navdewletî her diçe pir dibin, û di ber re jî gava serokê komîta karên navdewletî ya encûmena hevgirtina Rûsî dibêje: (Rûsiya nikare ji bo Esed bêtir pêde here), dide xuyakirin, ku helwesta Rûsiyeya, ku heya nûka bi tundî li hemeber biryarên encûmena ewlekarî ya navdewletî radiwestî û vîto dikir, hinekê sist bûye. Tevî ku ev yeka nade xuyakirin, ku Rûsiya dê dest ji Esed û rijîma wî berde, lê di heman demê de dide xuyakirin , ku Rûsiya ne amede ye, da berjewendiyên xwe bike qurbana Esed û rijîma wî.
Her weha helwesta Îranê jî wek berê nemaye, gava berdevkê şalyariya derve ya Îranê dibêje: (Vîna pêdivê ji bo guhertinên, ku serokê Sûriyê, di axiftina xwe ya beriya 15 rojna de, li xwe girtine, bi nexşeriya kombenda erebî re peyda dibe). Tevî ku ev nîşana nû nate wê wateyê, ku dê Tehran dest ji Sûriyê berde, lê dide xuyakirin, ku Îran şêwran li rijîmê dike, da berê xwe bide çareseriyekê, ku heye wek ya Yemenê be. Ango destan ji serê rijîmê berdide.
Dêmek deriyên desttêwerdana navdeweletî hino hino tên vekirin, lê dê bi çi awayî be, bi awayê leşkerî, an bi awayê cezayên aborî, polîtîkî û dîplomatîk be, hîna ne diyar e. Kombenda erebî heya îro awayê leşkerî napejirîne. Şalyarê karê derve yê Qeter ev yeka diyar kir û got: (Emê herin encûmena ewlekarî ya navdewletî, lê em desttêwerdana leşkerî napejirînin).
Ev destêwerdan bi çi awayî be jî, ma gelo şûna Kurd li kû derê dimîne?. Biryara kongira niştimanî kurdî ew bû, ku dê ti caran bi tenha li gel rijîmê nekeve diyalogê. Aliyekî vê biryarê dide xuyakirin, ku ew beşekî rikberiya Sûrî ye, eger ev boçûna min rast be, divê em şûna encûmena niştimanî kurdî di nav refên rikberiyê de bipelînin.
Tiştê li ber çavan heya îro ew e, ku refê kurd ne yek e, belê sê par li ber çavan in: encûmena niştimanî kurdî, partiya P.Y.D, ku endamê desteya hevrêz e, û gurûpek partiyên din, bi ser de jî hinek xweserên Kurd endamên encûmena niştimanî sûrî ne.
Ev panorameya lezok lawaziya helwesta Kurd dide xuyakirin, pêre jî çareserkirina vê lawaziyê pêwîst dibîne û hildide ser milên encûmena niştimanî kurdî. Gelo vîna çareserkirinê li ba van hêzên ku me bi navkirine heye? Ez bersiva vê pirsê ji wan re dihêlim, lê hêvî ji vê konferansê dikim, ku komîtekê ji bo vê pirsê avake, da li gel wan rêxistinan têkildar be.
*********************************
Têbîn: Ev gotar roja 28. 01. 2012 di ( kongira Hewlêr ya revenda Kurdên Sûriyê li derve) de hate xwendin.
Piştî xwendina gotarê, mofirkên wê hatin gengeşekirin, wê hîngê min boçûna xwe diyar kir. Di tenga Sînaryoya (şerê navxweyî) re, min got: Xwerista miletê Kurd ew e, ku ew miletekî ne ta-îfî ye, vê lomê divê kurd tev vî şerî nebin.
Û di tenga (sînaryoya desttêwerdana navdeletî) re, min got: Eger ev sînaryo bi awayê leskerî be, dê Tirkiyê dergehê serek e be, pêre jî dê şer li asîman û li ser xaka Kurd bigere, û cenga Çaldîranê bîna bîra me, û eger ordiya Tirkiyê tev vî şerî bibe, ne dûre, ku şerê navxweyî di nav Kurd de pêk bê.
Dêmek ez weha çûme, ku herdu sînaryo dê ziyanê li Kurd bikin. Lê mixabin malpera (gemyakurda) di rapora xwe di nerîna min guhertiye, û gotiye, ku min gotiye herdu sînaryo ji bo Kurd sûdar in. Her weha berêz Ehmed Elî di gotara xwde http://gemyakurda.net/modules.php?name=News&file=article&sid=48999, ku malperên (gemyakurd, efrin.nêt û welateme.nêt) de weşandiye, xwe bi ser rapora (gemyakurda) de pal daye, û ez bi wê yekê tawan kirime.