Rêzdar Şêx Alî û partiya wî Ne bi tena xwe ne!!

Serdar Bedirxan
Roja çarşemê 20/12/200an, dezgeha ewlekariya leşkerî, li bajarê Helebê, dest danî ser mamoste Şêx Alî– sekreterê partiya yekîtî ya demokarat a kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) û bi şêweyekî hovane, dûrî yasa welêt a pûçkirî, dûrî hemî sinc, prensîp û zagonên navnetewî, ew revandin, avêtin zindanên xwe yên reş û tarî!!..Paçik xistin guhên xwe, da ku dengê bervedêrên mafê mirovan û têkoşerên aştîxwaz ne bihîzin!!…
   Di baweriya min de, mamoste Şêx Alî, ne tenê girtiyê partiya xwe ye, lê belê ew girtiyê tevgera kurdî ser û ber e, ji ber ku ew ne di ber mal û mewdanên xwe yan berjewendiyên kesayetî partiyetî de hatiye girtin, lê belê ew di ber doza me ya pîroz, doza me hemiyan de zindan bûye.
    Eve yekemîn care ku tevgera welatparêza kurd bi tevayî, li gel tevgera erebî ya niştimanî, rewşenbîr û siyasetvanên kurd û ereb li welêt û li derveyî welêt bi yek dengî qîriyane û ji girtina serokekî kurd re gotine na… Dengê xwe bilind kirine û bi mêranî, kiryara dewletê şermezar û protesto kirine. Herweha, gelek kampaniyên piştgiriyê ji bal:
· Rêxistina lêborînê ya navnetewî.
· Rêxistina gelên ber pişaftinê.
· Çalakvana kurd Widad Akrawî-balyoza rêxistina lêborînê ya navnetewî ya dij aşkencekirinê li Danimarkê.
· Kesayetiyên welatparêz ên serbixwe.
Ji bo serbestberdana birêz Şêx Alî li dar ketine.
   Ezmûna me em hîn kirine ku li ba cîgehê çêkirina biryarê di dewletê de, cudahî di navbera filan partî û bêvan partiyê de tune ye, hema tu kurd bî, tu li nik wê gunehkarî!!..
   Ez bawer dikim ku ew dema berê çûye îde nema vedigere, ew dema ku çalakvan û hevalên partiyekê zindan dibûn, nakokiyên navxweyî, nedihiştin alîkarî û piştgirî weke dihate xwestin bi wan re bibe, lê îro, dem hatiye guhertin, hişê me kurdan jî  baş pêşve çûye, em kurdayetiyê di ser partiyetiyê re digrin, çimku ev partî û rêxistin ji bo çareserkirina vê dozê hatine meydanê.
   Em bawer in û li ber çavan e ku mamoste Şêx Alî û partiya wî di vê berxwedanê de ne bi tena xwe ne, lê belê tevgera kurdî, ya niştimanî bi tevayî, gelê kurd û bervedêrên mafên mirovan û hemî mirovhezên cîhanê li kêleka vê doza dadmend û rewa ne.
 
 *Azadî ji têkoşerê kurd mamoste Şêx Alî re!
  *Demokrasî û azadî ji gelê Sûriyê re!
    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…